Polîtîk
Kurdek bû cîgirê serokê parlamentoya Îraqê
Di civîna îro ya parlamentoya Îraqê de serokatiya parlamentoya Îraqê ku, ji serokê parlamentoyê û du cîgiran pêk tê hatin hilbijaretin û cîgirê duyem yê serokê parlamnetoya Îraqê kurd e ser bi lîsteya Tevgera Goranê ve ye.
Li gor mediyayê, îro di sêyemîn civîna parlamentoya Îraqê de, Selîm Ebdula Ciborî weke serokê parlamentoyê, ji hevpeymaniya Suneyan, Heyder Ebadî weke cîgirê yekemê serokê parlamnetoyê, ji hevpeymaniya Şîiyan û Aram şêx Mihemed weke cîgirê duyemê serokê parlamnetoya Îraqê, ji hevpeymaniya Kurdistanî hatin hilbijartin.