Kurd û Vertîgo
Di warê aborî de bi Vertîgoyê ketine, di warê siyasî û partîtîyê de bi Vertîgoyê ketine, di warê şexsî, malbatî, êl û eşîrtî de bi Vertîgoyê ketine, û ji her tiştî wêdetir di warê Kurdayetî û Kurdistanîbûnê de bi Vertîgoyê ketine.
Nûrî Çelîk
Vertîgo çi ye?
Vertîgo esasen ji Kurdî, yanî ji gotina „Virtiko“ tê. Virt, Virtik, Virto, Virtiko û piştre jî Vertîgo. Yanî, ji bo kesên gêj, kesên sewsî, kesên sivik û wekî din tê bikaranîn. Piştre ev gotin hatiye guhertin û ketiye nav xezîneya Latînî û bûye peyvek bijîjkî.
Vertîgo tê wateya gêjbûn, zîzikîn û zîvirandinê. Yanî, kesê gêj dibe, kesê li dora xwe dizîzikê, kesê li dora xwe dizîvire yan jî dinya li dora wî dizîvire. Bi gêjbûnê re car caran zikêşî û zikçûyîn (virik) jî dest pê dikin.
Vertîgo ne navê nexweşîyê ye, ew nîşandeya nexweşîya serêş û gêjbûnê ye. Gelek caran di binê Vertîgoyê de serêşa giran (mîgren), zingînîya guh, serûbinbûna mêzêna guhê derve, hindur û navîn, pirsgirêkên baz, reh û damaran, pergala dil û hinek sebebên din hene. Helbet rewşa derûdorê, rewşa civakî, stres, fikir, meraq, şikestina hêvî û xeyalan, têkçûn û biserneketina hedef û armancan jî dibin sebebê serêş û gêjbûnê, ango Vertîgo yê.
Li gor lêkolînan, di seranserê civakên cîhanê de ji 10 kesî 2 kes jê bi Vertîgoyê dikevin. Yanî, ji dehan du kes pirsgirêkên serêş, gêjbûn, zikêş û zikçûyînê dijîn.
Îcar çima min go Kurd û Vertîgo?
Berî hefteyekê ez cara duyem bi Vertîgoyê ketim. Gêj dibûm, serê min dêşiya, dinya li dora min diçû û dihat, dibû dergûş û hêlan. Di esasê xwe de rewşa ku ez ketibûmê rewşa temamê Kurdan bû. Xuyaye pispor û zanyarên ku dibêjin li seranserê cîhanê ji 10 kesan 2 kes bi Vertîgoyê dikevin, yan Kurd nas nekirine, yan jî rewşa ku em Kurd tê de ne nizanin.
Gelo Kurdê ku bi Vertîgoyê neketibin hene? Bahwer nakim.
Kurd bi sedê salan e bi Vertîgoyê ketine. Di warê aborî de bi Vertîgoyê ketine, di warê siyasî û partîtîyê de bi Vertîgoyê ketine, di warê şexsî, malbatî, êl û eşîrtî de bi Vertîgoyê ketine, û ji her tiştî wêdetir di warê Kurdayetî û Kurdistanîbûnê de bi Vertîgoyê ketine. Tew ji xwe di warê asîmîlasyon û ji zimanê Kurdî de bi Vertîgo kurê Vertîgoyê ketine. Rabûn û rûniştina me, xwarin û vexwarina me, razan û şiyarbûna me, heta bi mîztin û rîtina me jî Vertîgo ye.
Bi kurt û Kurmancî; bi sedê salan e em bi Vertîgoyê ketine. Yanî em di her warî de gêj û sewsî ne. Ji ber ku em gêj û sewsî bûne, em nikarin xwe ji vê rewşa malkambax xilas bikin û rêyekê ji xwe û doza xwe re bibînin. Hem wek kesayet, hem wek partî û siyaset, hem jî wek civak û millet, ji bo em ji Vertîgoyê, ji gêjbûn û sewsîbûnê azad bibin, divê em hiş û mejîyê xwe, laş û bedena xwe saxtî û tedawî bikin, nexweşîyên xwe bibînin û dermanekî ji xwe re peyda bikin wesselam…