Kurd û ol û “Biratiya Îslamê”

Ez wek tê zanîn di rojên bûhûrî de girêdayı miletê kurd li ser lîteraturê rawestiyabûm. Min gotibû ku dema ji kurdan tê qal kirin, lîteratur tê guhertin, naveroka peyvan û hevokan rengekî din qezenç dike. Di vê mijarê de ez li ser peyvên “gel/xelk”, “netew/milet”, “netewetî/miletçitî”, “miliyet”, “dewleta neteweyî” rawestiyam. Her çiqas li ser van peyvan ji aliyê rewşenbîrên kurd de niqaşe û gengenşiyên girîng pêk nehatibin jî, lê ez bawer dikim ku li ser terîf û îzahên wan peyvam zêdê îtirazên rewşenbîrên kurd jî nabin.

Min wê demê dixwest ku ez li ser pêwendiya “peyva kurd”, “miletê kurd” û “ol” û “îslamiyetê” jî rawestim. Hezar mixabin ji bona ku li Kurdistanê û li Tirkiyeyê û li Rojhelata Navîn rojev ewqas bi lez tê guhertin ku kar û xebatên niviskî jî, rojeva niviskî jî gor dil û daxwaza mirov nameşe. Lê di van rojên dawî de dema ku Ocalan di Newrozê de ew teksta ji wî re hatibû dikte kirin hatin weşandin; ev pirsan girîngtir bûn.

Li Tirkiyeyê wûsa tê diyar kirin ku li dewletên kolonyalîst yên Kurdistan parçekirine û kirine kolonî (Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq), îslamiyet qet nehatiye jiyandin. Dê ji nûve bê jiyandin û îslamiyetê bibe sedem ku pirsa kurd ya Tirkiyeyê çareser bibe. Di vê demê de zêdetir jî “di îslamiyetê de ji wekhevî”, “biratî” tê qal kirin.

Gelo şemsiya me ya mişterek divê îslamiyet be an demokrasî be? Ezê vê mijarê zelal bikim.

Ez jî loma dixwazim li ser pêwendiya “pirsa miletê kurd û îslamê”, “pirsa kurd û biratiya îslamê” û “pirsa kurd û demokrasiyê” rawestim.

                                                       *****

Wek tê zanîn berê însan qewimî. Di nav pêvajoyê de şikl û naveroka vê merheleyê qezenç kir..

Pişt re jî însanan di nav xwe de civat pêk anin. Jiyana xwe ya tekane kirine jiyanek civatî û kolektîf.

Civat jî di nav pêvajoyê de gelek hatine gûhertin û hatina merhela kapîtalîst û emperyal.

Dema ku însan qewîmine û civat çêkirin, wan di nav xwe de  pîvan û qanûnên gelek xwezayî çêkirin¸ bi van pîvan û qanûnan jî tevgeriyan.

Pişt re însanan ji bona ku jiyana xwe xweştir bikin, pîvan û qanûn û toreyên zanyarî çêkirin.

Dema ku însan çêbûye raste rast bi însanan re ol/dîn neqewîmin û derneketin holê.

Îdeolojî jî bi însanan re neqewîmin. Pişt re ji aliyê însanan de çêbûn û hatine qewimandin. 

Lewra dema ku însan nebûya,  wê demê  hewcedarî ji ol’an û îdeolojiyan; ji pîvan û qanûnan jî tune bû.

Ew jî tê wê  wateyê ku beriya her tiştekî însan girîng e. Pişt re ol û îdeolojî tên.

Ol a ku temenê wê kevn musevîtî ye. Temena muesevîtî beriya vê 4000 sal e.

Pişt re ol a temendirêj zerduştiyê û temena Zerduştiyê 3500 sal e.

Temane Xiristiyanî 2000 sal e.

Temena îslamiyetê jî 1300 sal e.

Qewimandina pêşiyaînsanan 15 mîlyonan sal e. Însan, di nav mîlyonan salan de pêvajoyek derbas kir û hat vê merheleyê.

Tê pejirandin ku temena mirovatî û civatên merheleya dawî 45.000 sal e. Temena mirovatî bona vê, ji temena ol’an 10-15 car zêde ye.

Ji bona vê yekê kurdan jî, hîç şik tûne ye ku beriya hemû olan û îslamiyetê jiyan kir. Loma jî, kurd jî beriya hemû ol’an û Îslamiyetê hene. Lewra Îslamiyet ol a temen biçûk e.

Kurdan Îslamiyet derengtir qebûl kiriye. Beriya îslamiyetê olên din pejirandiye.

Lê kurd di vê merheleyê de jî, ji derveyî îslamiyetê xwediyê olên din in, Kurd di heman wext de êzîdî, mûsevî, xiristiyan in. 

Ji bona vê yekê dema ku ji kurdan tê pirsîn,  “hûn kurd in û an Îslam in”, di heman de divê bê pirsîn,  “hûn kurd in an êzîdî ne?”, “hûn kurd in an Mûsevî ne?”, “hûn kurd in an xirsitiyan in?”.

Bersîva vê pirsê di destpêkê de ew e : “Em kurd in û em îslam in”, “em kurd in û em êzîdî ne”, “em kurd in û em mûsevî ne”, “em kurd in û em xiristiyan in.”

Kurd di heman wext de xwediyê mezhebekê jî nîn in. Kurd xwediyê mezhebên cûda ne.

Kurd hem sunî ne û hem jî elewî ne. Beşek elewî xwe îslam dibînin, beşek elewî jî xwe îslam nabînin.

Loma eger kurd nebin, wê demê xwediyê ol û mezheban jî nabin. Bi vê wateyê kurdbûn beriya ol û mezheban tê.

Ji bona vê yekê di dereceya yekemîn de kurdbûn tê. An jî kurdbûn û ol bi hev re tê îfade kirin.

Lê li Bakûrê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn Iraq ne di nav de li hemû beşên Kurdistanê kurd ne azad in. Xwediyê mafên xwe yên milî nîn in.

Li Kurdistanê desthilatdarî û hukumrtaniya kurdan tune ye. Loma jî azadî û rizgariya miletê kurd di rojevê de ye.

Li Kurdistanê girêdayî kurdan,  mirov dikare ji bindestiya ol û mezhebên kurdan qal bike. Di rastiyê de li ser ol a kurdan bi giştî tade û zûlum tune ye. Lê di çarçeweya rejîma Kemalîst de pirsgirêka ol û mezheban heye.

Divê hemû kurd vê yekê bidin ber çav: Bibêjin ku “divê em wek kurd û miletekî azad bibin. Dema ku wek miletekî azadbûna kurdan pêk hat û li Kurdistanê hukumraniya kurdan çê bû; wê demê di qadên din de jî azadî pêk tê. Edalet û wekhevî ava dibe.

                                             *****

Beriya her pirsekê divê Tirk biryar bidin ku bi kurdan re di dewlet û rejîmeke nû de di çarçeweyak wekhevî de jiyanek nû ava bikin, an na.

Wê demê qarektera dewletê û rejîma nû tê rojevê.

Ji bona ku kurd xwediyê ol û mezhebên cûda ne, ji bona kurdan “rejîma îslamiyetê”, yan jî “biratiya îslamiyetê” azadiyê pêk nîn e. Kurdan desthilatdar, serwer, hukumran nake.

Bi rejîma îslamiyetê, di navbeyna kurdan û tirkan de, ji aliyê statuya siyasî de û ji aliyê mafên neteweyî û civakî û demokratîk de jî wek wek hevî çê nabe.

Ji aliyê din de îslamiyeta tirkan, ji nasyonalîst û nîjadperestiya tirk re, ji kolonyalîzma dewleta tirk re xizmet kiriye. Loma jî “îslamiyet a tirk” xwediyê problemek mezin e.

                                                 *****

Ji bona ku miletê kurd û tirk ji her aliyî de; bi her awayî; ji aliyê maf û azadiyan de, ji aliyê statuya siyasî de wek hev bibe, dewletek nû pêwîst e.

Ew dewleta dema bû dewletek federal, ew wekhevî di navbeyna kurdan û tirkan de pêk tê.

Ji bona dewletek federal jî, rejîmek demokratîk pêwîst e.. Hem jî demokrasiyek plûral û federal pêwîst e.

Di dewleta federal de; didemokrasiya plûral û federal de her miletek, her grubek etnikî, her olek, her mezhebek, her fikrek , her kategoriyek civakî û sinifî dikarin di şertên azad û wekhevî de bijîn.

Elbet di van şertan de jî partî û kes dikarin bes îslamiyetê ji bona xwe bipejirînin. Lê dewletek Îslamî û rejîmek Îslamî nabe dewletek hevbeş û rejîmek demokrat.

Amed, 16. 04. 2013

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Nerîna min :