Nivîsar

Kurd şerê kê dikin? şerê hev dikin !

Kurd dibêjin, lê napêjin. Bahsa peyvê xweş û geş dikin lê tev valane, ew tebîetê zingargirtî ew kevne şopîya wan bandorê li her tiştê wan dikê. Hinek bi gene Kurda lîstin gena vî gelî hat guhertin. Di pênus û lênusê wan de proje û mijarê pêşerojê tune ne.
Sîyaseta Kurda lewaze wekî berberîya wan degşûr kî û hevêrkîye,an Etman kî û Mahmud kîye! Hîn mîjîyê wan nebûye mîjîyê nerm û sîyaset û poletîka dinyayê, nebûne xwedîyê wê qelema şorî û tûj ku jahrê bikşînê, çavê xelkê derînê. Hîn nebûn xwedîyê wî cewherî. Çend aqilmend û rewşenbîr hene lê ne besin. Jimarek hindikin derfet û micalê wan tune ne. Ew welat parêz ew gelperwer ê hêja disotin.

Kurd bi hevdû re şer dikin, şerê rastîyê û nerastiyê, ê derewan dikin. Beşek dibêjin: “Hûn derewan dikin, beşek jî derewê xwe diparêzê. Ev herdu hevrikin mijûlî pişt perdekirina derew û hîla ne! Ne mijûlî rizgarkirna gelê xwe ne, şerm û xîret nemaye ku çi bikin karin bikin, pirs pirsyar tune, ku hesab tunebê wî wextî tirs tune ê diz wê dizîya xwe berdewam bikê û bi wê xaîntî û dizîya xwe jî dilxweş dibin.

Ev kayima ku dewleta Tirkîya danî ser beledîya ê di destê HDPê de ev tiştekî belevajî qanunê ye, tu yasa, tu ûjdan van bizava napejirênin. Ev beledîyê ku bi dengê gel kanunî li gor yasayê dewletê hatine hilbijartin û dest liser wan deynê tu hukuk di virde namînê;ev bû şuxlê ku berya medenîyetê ew qiral û beg û mîr û eşîr, kê karîba kê heqê wan deste ser dikirin. Ev jî ne kêmî wan îlkelê kevnin, ev bû Sedam kî û Esad kî!
Niha emê vê deynin kêleka xwe, emê werin ser vê bêdengîya gel ji çîye? Ev Gelê Kurd ne ku wisa xemsar û bê xîretin,na newisaye! Gelê Kurd dinava xwe de dikellê û dibiherê, lê mixabin ev bêdengî tev ji xeletîyê Qendîl û HDPê gel bê deng dimînê. Endamê KCKê bi aslê xwe Tirke û bi Kurdî nizanê û xwe li Kurdî jî nakê xwedî, derdikevê medya bi KCKê ve dibêjê: Şengal û Kerkûk ne a Kurdaye a Irakê a Erebaye. His û deng ji kesekî HDPî ne li Bakur û ne jî li Ewrupa ne gotin, kuro tu çima van xeletîyan dikê.

Çar roj derbas nebûn yeke din ew jinka din ku ew jî çepê Tirkaye ewê jî eynî axavtin dubare kir got : “Ev Şengal û Kerkûxwedîk a Erebaye, ne axa Kurdaye! Dîsa his û kirrên ji lîderê HDPê nehat li axa Kurda nabin . Em tevan zanin ku Şengal û Kerkûk dilê Kurdîstanê ye, ne rez û bostanê Mesud Barzanîne. Ev axa Kurdaye, hûn xaîntîye bi gelê xwe re dikin. Ma hûn dawa azadîya Kurd dikin, yan hûn berberîya Barzanî dikin?

Berya niha bi seda xeletîyê berebat kirin HDP pêşya yek xeletîyê negirt. HDPe ji xeynî berjewendîya şexsî pêde nafikirê. Gelê Kurd bi du agira dişewitê, yek bi van xeletîyê wan û yek jî ku bêdenge dîsa dişewitê. Gel ji xeletîyê wan diqeherê û deynakê û dîsa diqeherê ku deynakê, dîsa diqeherê. Civîna çêkin û tev li ser van rabirdûyên xwe gotu bêj bikin sade beşê Kurd hûn bifikirin bêjing bikin…

Mijara duyem dîsa liser Kurd û Kurdîstan. Îro roj girîngî ketiye Sûrîya û Bakurê Sûrî rojava, lîstik hatiye devê hewşa Kurda divê bikêrî xwe werin,dev ji quretiya bedrin, sîyasetek e zindî bikin. Veşartî û levzîvirandî nehewceye; mafê gelê Kurd diyare.
Daxwaza Tirkî a pêşî ku pêşya Kurda bigrê ku li Sûrîye tişkî bi dest nexin, tu statûye nedin Gelê Kurd. A duyem ku xwe ji penaberê Erebê Sûrîye xelas kê, wan pena berê Ereb bibê wê qada aram. Ku ew penaber birin wira wê hem demografîya wê bi guherê û hem jî aborîye xwe serrast kê. A sisîya wê li pêşberî Rus û Esad û Îranê û Amarîka xwe bikê gerentorekî xwedî hêzeke xwirt! Ev proje û pîlaneke gelek girînge lê ne dîyarê ka wê Amarîka û Netewê Yekbûyê wê destûra van derfeta bidin an na?

Dewleta Tirk gelek kûr difikirê ji Kurda bi gomane dibêjê, han ku Kurd bibin dewlet nîvê Tirkî Kurdin wê ev dewleta Kemalîsta xerabibê heger Kurd ji Tirka neveqetin jî wê ew qanun û ew zagon yasayî wê tev hilweşin. Wekî berê nema dimeşê wê hesab ji hinka bê pirsîn, zulmû zor bê qanunî nayêne hijmartin pirin. Wê li Rojhilata Navîn tevan jî gelek tişt wê bên guhertin. Hinek xweşî û aramî wê werê nava vî gelê Mezopotamya, lê nel hesabê geleka ye, êmê hinka wê xelas bê.

Belkî hinek aydin rûşenbîr ê Tirk hene ku ew jî tiştê baş dixazin ku heq û huquq hebê kes mafê kesî nexwê, ev qedexe û ev cidwaî nemînin, lê hijmara wan kême û newêrin,ew cewher bi wan re tune. Wexta ku Kurd Bi hev re bibin yek daw û doza Kurda ji xwe dîyare, ku bikin yek lîste wê biserkevin. Wan berjewendîyê yek kesî deynin malê bi xwe re nebin cîyê nîqaş û gotu bêja.

Xweska ku beşekî ji vî gelê bi zarê Kurdî xwendiba û nivîsîba, belkî hema hinek ji vê keresatê filtîban. Metirsî û xetereke mezin li pêşya Kurda diyare. Dijminê Kurda gelek dijwar ku derbê mezin li Kurda dixin Kurdin. Dijmin wan berçî dikê û dûvra ban wan dikê “Werin ezê îş dime we ezê we bi miaş bim lê hûnê dibin fermana min de bin. Ewjî gelekî berçîbûne û şepirze bûne tirsana ji xêzanîyê şertê dijmin qebûl dikin, dibine bira kuj!
Ku bira kujî kete nava gel de, bahwerî namênê, kes nema karê ne civîn û ne komîk,hevkarî bi biratî tert û bela dibê û hew tê ser hev. Gel jev direvê jev sar dibê û jev dûr dikevin. Pêşniyara dawî binivîsim wexta ku em mervê baş Kurdewar netewparêz xwedî aqil û ûjdan em wanê wisa qebûl nekin, em diza ji xwe re bi pejirênin ê diz wê ji me re çibikin wê dizya me kin, wê me firoşin, wê me xine xefka de, ewê qewad wê çavê xwe berdê namusa vî gelî!

29.8.2019
Dilciwan Helbest

Back to top button