Kurd Peymana Sykes-Picot hildiweşînin
Govara navdar a ingilîzî The Economist pêşbînî dike ku bi nêzîkbûna kurdên başûr û rojava piştî têkçûna rewşa navxwe ya Sûriyê, Kurdistana serbixwe nêzîk bibe û ew sînorên ku Peymana Sykes-Picot danîne, hilbiweşin.
Di sergotara vê hejmara govara The Economist de ku yek ji govarên navdar a cîhanê ye, behsa guhertinên bilez ên vê dawiyê yên li Rojhilata navîn dike û tê gotin niha destpêka hilweşandina Peymana Sykes-Picot e ku bi wê peymanê Brîtanya û Fransayê Kurdistan kirin çar parçe.
Di destpêka sergotarê de wiha tê gotin; Sala 1916’ê di naverasta Şerê Cîhanê yê Yekem de, Brîtanya û Fransayê rêkeftinnameyeke nehênî îmze kirin ku wek Peymana Sykes-Picot tê naskirin (ew nav ji wê yekê tê ku ew herdu dîplomatên brîtanî û farnsî nave wan Sykes û Picot bû) û naveroka wê jî parçekirina Rojhilata Navîn bû.
Li gor wê peymanê, aliyê bakur ê navçeyê ku ji Derya Spî ya Naverast destpê dikir heta bi rûbarê Dîcle gehişt Fransayê, aliyê başûr jî ku ji Filîstînê heta bi İraqê bû gehişt Brîtanyayê. Herdu alî ji netîceyê kêfxweş bûn, katolîkên Sûriyê daxwaza desthilata Fransayê dikirin û Brîtanya jî dixwest Fransa bikeve navbera wê û Rûsya.
Heman gotar qala wê yekê dike bê çawa ‘’Behara Erebî’’ û jinavçûna dîktatorên Rojhilata Navîn bûne sedema lawazbûna piraniyên wan welatan û bihêzbûna kêmîneyan. Di wê sergotarê de wiha tê gotin: ‘’Fransa û Brîtanya di Peymana Sevr a 1920’ê de piştgirî li çêbûna dewleteke kurdî kirin, lê belê nehiştin ku kurdên İraq û Sûriyê bibin yek, fikra çêbûna dewleta kurdî ji hole hat rakirin û bi vêna jî çarenivîsa 25 milyon kurd nediyar hiştin û heta niha jî kurd wek neteweya herî mezin a cîhanê tên hesabkirin ku welatekî wan nine.’’
Herwiha di gotarê de rewşa niha ya kurdan li navçeyê jî tê nirxandin û tê gotin ku dibe guhertinên li navçeyê di berjewendiya kurdan de bidawî bibin. Economistê wiha nivîsiye: ‘’Niha Sûriye nêzîkê parçebûnê bûye û eger heye İraq jî biçe ser heman rêyê, li Lubnanê jî hino hino derz dixwiyên û ew sînorên ku berî nîzîka sedsalekê hatine kişandin, niha ber bi jinavçûnê dicin.’’
Di dawî de govara navbirî pêşbînî dike kurd yekbigirin ku Peymana Sykes-Picot nehişt wê demê hevbigirin û wiha dibêje: ‘’Kurdên nediyar ên Sûriyê niha ligel kurdên bakurê İraqê bûne yek ku kurdên koçber berê xwe dane Kurdistana İraqê û eşîrên ereb ên navçeya newala Firat jî ku ji aliyê Peymana Sykes-Picot ve ji hev hatibûn belavkirin, niha bûne yek û rûbirûyê şîeyan bûne, herwiha li rojava jî elewiyên serhişk hewl didin navçeyeke taybet bi xwe pêkbînin.’’
Necat Şêxanî/Bas