Ez ji Kurdistanê me
Xortekî kurd ê bi navê Kurmanc Osman, wek nûnerê Herêma Kurdistanê di saziya gencên aştîxwaz a NY (UNOY) li civata giştî ya NY li bajarê New Yorkê yê Amerîka axaftinek pêşkêş kir.
Saziya UNOY ku navenda sereke ya wê li bajarê Lahay yê Hollanda ye, her sal konferansa xwe di bin çavdêriya encumena ewlehiya navdewletî ya NY saz dike. Di konferansa îsal a saziyê de 1000 genc beşdar bibûn ku ji nav wan 8 genc wek nûnerên gencên cîhanê beşdarî civîna civata giştî ya NY li New Yorkê bûn.
Di nav wan 8 gencan de xortekî kurd ê bi navê Kurmanc Osman jî hebû. Kurmanc ku xelkê bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ye û niha li Îtaliya beşa mafên mirov di asta masterê de dixwîne, ji Rûdawê re got: “Ez gelekî kêfxweşim ji ber ku cara yekemîn e ku bi awayekî fermî di belgeyên saziya UNOY de navê Herêma Kurdistanê hat nivîsandin.”
Kurmanc diyar kir ku piştî hevpeyvîn û nirxandinê, saziya UNOY 4 xort û 4 keç wek nûnerên gencên cîhanê destnîşan kir û ew şandin navenda sereke ya NY li New Yorkê.
Van 8 gencên han her wiha nûnertiya welatên xwe Hindistan, Pakistan, Efxanistan, Nîceriya, Misr, Arjantîn, Hollanda û Herêma Kurdistanê kirin.
Rojeva sereke ya konferansa îsal a saziya UNOY, beşdarî û aktîfkirina rola gencan di pêşxistina aşitiyê di cîhanê de bû. Kurmanc jî di axaftina xwe ya li civata giştî ya NY de têkestî li ser çawaniya beşdariya gencan di pêvajoya biryardanê de kiribû her wiha nebûna biryarên NY û encumena ewlehiyê ya NY derheqê gencan û plan û programên NY derbarên gencên mexdûrên şer rexne kiribû û behsa rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û rojhilata navîn kiribû.
Kurmanc da zanîn, cîgirê sekreterê giştî yê NY bo karûbarên gencan û balyozên 12 welatên cîhanê bi fermî pêşwazî li wan kirine.
Kurmanc Osman ragihand ku ji bo konferansên saziya UNOY yên Kostarîka û Sirîlanka planên taybet amade kiriye û diyar kir, dê daxwaz ji nûnerê sekreterê giştî yê NY bike serdana Kurdistanê bike û her wiha dê hewl bide rola Kurdistanê di saziya han de aktîf bike û wiha anî ziman: “Emê meha mijdara îsal raporekî li ser kêşeyên gencan pêşkêşî civata giştî ya NY bikin.”