Polîtîk
Kurd li Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin

Îro demjimêr 7:00 ê sibehê, ji bo hilbijartina meclîsa Parêzgehan dengdanê destpêkir. Hilbijartin li parêzgehên Iraqê û hinek deverên Kurdistanê ku derveyê herêma Kurdistanê ne tene kirin.
Li gorî Komisyona Hilbijartinan li iraqê zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye. Li gor amarên Di van hilbijartinan de, 70 partî û hevpeymaniyên siyasî li 15 parezgehan dikevin hilbijartina.
Kurd li parêzgehên Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin, doh jî hilbijartinên taybet bi rêjeya 67% ya dengderan hatin kirin.