Polîtîk

Kurd dixwazin cigirek serokkomar Turkman be

Li gora nûçeya radiyoya Dicle, doh serokê Iraqê Celal Talebanî kombûnek bi encûmena bilinda rêxistinên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî re saz da û tê de got, ku ew (Kurd) dixwazin cihgirîyeka serokatîya komara Iraqê ji Turkmanan re be.

Serokê Iraqê di vê kombûnê de da xuyakirin, ku ew vê daxwazê dikin ji ber ku Turkman di nav Iraqê de neteweya sêyem e. Serokê Iraqê hêvî jî kir, ku rewşa Iraqê di vê dema nêzîka pêş de xweş bibe û pirsên heyî jî bihên çareserkirin.

Di vê gotara xwe de serokê Iraqê ji amadebûyên kombûnê re da xuyakirin, ku ew hêvîdar in pirsgirêkên navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta herêma kurdistanê jî, di vê dema nêzîka pêş de bihên çareserkirin û rêkevtinên navbera herdu alîyan jî bi cih bihên.

Back to top button