Kurd divê yek deng û yek helwest be
Li Hewlêrê semînarek bi Semînatoriya Mesrûr Barzanî bi navê rewşa dawî ya Kurdistana û Deverê bo Mamosteyên Zanîngeh û Peymangehên Kurdistanê hate organîzekirin.
Di semînara han de ku, hijmareke zêde ji Mamosteyên Zanîngeh û Peymangehên Hewlêrê tê de amadebûn birêz Mesûr Barzanî rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Îraq, Kurdistan û Deverê rave kir.
Di derbarê rewşa Kurdistanê û meseleya destûra bingehîn ya Kurdistanê de birêz Mesrûr Barzanî got; Projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê tevahiya merheleyên xwe yên qanûnî derbas kiriye û mafê ti kesekî tuneye ku, zexitê li xelkê Kurdistanê bike daku, daxwaza wegerandina projeya han bo Parlementoyê bike.
Di derbarê hrewldanên heyî yên ji bo rawestandina destûra bingehîn ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, di sala 2009an de kesek di nava Dadgeha Îraqê de dozek bo rawestandina projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê vekiribû, lê Dadgeh di bersifa vê doza han de gotibû ku, ev projeya han merheleyên xwe yên qanûnî derbas kiriye û bi rêyeke qanûnî hatiye amadekirin û ti kêşeyeke vê ya qanûnî tuneye.
Di derbarê meseleya hilbijartinên Kurdistanê de jî birêz Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku, em weke partiya demokrata Kurdistanê bo me negirînge ku, hilbijartin bi lîsteya daxistî be anjî bi lîsteya vekirî.
Di derbarê yek dengiya Kurd li ser proje destûra bingehîn ya Kurdistanê de jî birêz Mesrûr Barzanî ragihand ku, lihev hatina part û aliyên siyasî ne lihevkirineke nîştimaniye belku, yekdengiye piraniya raya giştî ya Kurdistanê ye û ev yek jî ne bi wateya lihevkirina nîştimaniye.
Di derbarê rewşa siyasî û aloziyên heyî yên li Îraqê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, sedema sereke ya kêşeyên heyî binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê û esas negirtina pirensîbên şeraket û tewafoqa nîştimaniye.
Nav hatî diyar kir ku, Kurd hertim tekez li ser vê yekê kirine ku, kêşeyên heyî yên li Îraqê dibe bi rêya danûstandin û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.
Di derbarê rewşa Deverê de jî birêz Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku, niha li Rojhilata Navîn de guhertinên gelek girîng diqewmin û dibe Kurd yek deng û yek helwest be daku, bikarêbe di çarçoweya wan guhertinên han de pêgeha xwe li Deverê de bihêztir bike.