Kurd dibe endamê rêxistineke cîhanî ya NY
Li ser vexwendina Wezareta Rewşenbîrî û Werzîş û Lawan, Rêxistina Lawên Aştî ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî hatine Kurdistanê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirin.
Endamên Rêxistina Lawên Aştî ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji rêxistinên komela medenî ya Herêma Kurdistanê kir her plan û projeyeke wan hebe li rêya wan endamên Kurd yên rêxistina wan ve dikarin bigihînin rêxistinê û behsa ewe jî kirin ku ew ji bo karkirina li ser pirsa lawan li gel Herêma Kurdistanê bi awayeke berdewam li peywendî de dibin.
Yek ji endam û nûnerê welatê Afganîstanê zelal kir ku ew ji bo du tiştan hatine Kurdistanê, yek ji wan li nêzîk ve guftûgokirine li gel desthilatdarên Herêma Kurdistanê, paşê nasandin û guftûgo û hemahengiya wan li gel rêxistinên navxweyiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li ser lawan û ew daxwazî û pêwîstiyên ji niha de xortên li Herêma Kurdistanê de li ruyê pêgeha wan û bilindkirina şiyana wan pêwîstiya wan pê heye.
Rêxistina Lawên Aştî ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekgirtî ye û girîngiyê dide pirsên lawan û ajandayekî cîhanî heye, ji bo karkirin û pêşxistina şiyana lawan û lêkolîna li ser girifta lawan li welatên cûda cûdayên cîhanê de, ji niha de Kurd jî endamê wê rêxistina cîhanî ye.