Nivîsar

Kurd bi dengên xwe astengîyê destxistana mafên xwe de peyda dikin

“ Di encama hilbijartinên Tirkiyeyê de an dê demokrasî serbikeve an jî dê faşîzm serbikeve û dijwartir bibe. Çawa ko hilbijartin ji bo faşîzma AK-Partî û MHPyê sûda dawî be ji bo hêzên demokratîk jî sûda dawî ye.Ji ber vê yekê Cemîl Bayik bang li hêzên demokratîk û çepgir ên Tirkiyeyê kir ko piştgiriya HDPyê bikin. Divê HDP di bin benda hilbijartinê de nemîne. Ger HDP bendê derbas neke dê faşîzm serbikeve û Tirkiye dê ji bo jiyana mirovan bibe welatek dojeh. “ Cemil Bayik hevserokê KCKêGelo piştî vê daxûyaniya Bayik mirov di derbarê siyaseta HDPê de dikare çi bêje? Yan jî kurdîbuna HDPê çewe tê nirxandin? Bersiva van pirsa dê behtir rêya hilbijartina ji bo kurda zelal bike. Lê mixabin aligirên HDPê naxwazin rastiya xwe bibînin.Di van hilbijartina de hinek kesayet di nava HDPê de dixwestin aliyê vê partiyê yê kurd serbikeve. Ji bo vê yekê jî dixwestin HDP di nava blokê Kurdistanî de cih bigre. Lê himber hemû hewldana HDPê nekarî biryara xwe bide û xwe wek partiyek kurd bide nasandin.Cardin PKKê biryara dawî da û berpirsêk yê PKKê Karasu, gelek bi zelalî da xûyakirin ku, HDP nikare li gel partiyên Kurdistanî hevkariyê di hilbijartina de bike. Piştî daxûyaniya Karasu, deng ji nava HDPê derneket. Kesek newêrî yek gotînê bêje. Sozên dayîn dakurtandin.Problema mezin yên wan kesên di nava HDPê de xwe kurd dihesibînin ne xwedî kesayetin. Ew ji bo bibin parlementer stuyê xwe li himber biryarên Qendil yên dijê kurdeyatiyê xwer dikin. Eger xwedî kesayetbin rojekî de di nava HDPê de naminin û wê stuxweriyê qebûl nakin.Niha jî Cemil Bayik di daxûyaniya xwe de dide kifşkirin ku hêviya wan tenê çepên Tirk e. Di bingehê xwe de PKK rastiya xwe û ya HDPê dide kifşkirin. Bi hewarî bang  dikin ku ew ne hêzên kurdin û tu pêwendiya wan mafên gelê Kurdistanê re tuneye. Lê mixabin xelk naxwaze bi vê yekê têbighe. Gelek aliyên siyasî , taybetî yên dijê Erdogan tenê dixwazin HDPê bi awayekî li dijê Erdogan bi karbînin. Ji xwe HDP bi xwe jî ne di destê xwe de ye.PKK biryarê dide û HDP wek leyiztikekî kartîne. Rastiyekdin jî heye ku, ne ji PKKê be HDP çar denga ji destve nayne.Li Kurdistanê heta rastiya HDPê neyê dîtin , dê rewşa kurda li Bakur roj bi roj aloztir bibe û nikaribin bi dengên xwe bi rêyek demokratik mafên xwe biparêzin.Di havinê desthilatdariya PKKê de kurditayî Kurdistanîbûn tuneye. Heta ev rasti neyê dîtin dê her kurd mehkumê xeletiyan û derbederiyê bin.Nûçe/analiz 

Back to top button