Cîhan
Kujerên balyoz destserkirin
Duhî êvarê du kesên hemwelatiyên Tunusê li balafirgeha Stenbolê ya Ataturkê bi gumana ku kujerên sefîrê Emerikayê Chris Stevensî ne hatin desteserkirin.
Desteserkirina herdu gumanbaran di televizyona KANAL Dyê de jî bû nûçe.
Çewa ku tê zanîn, li bajarê Bingaziya Libyayê êrîş çûbûn ser Konsulata Emeriyayê, Serseefîrê Emerîkî Chris Stevens hatibû kuştin.
Ew du kesên hemwelatiyên Tunusê bi pasaportên sexte hatibûn balafirxaneya Stenbolê û dixwestin ku têkevin nava welêt. Lê belê polîsên Stenbolê yên Terorê ew desteserkirin.
Piştî desteserkirinê, gumanbaran ji bo ifadegirtinê birine Midûrgeha Emnî ya li cadeya Wetanê û lêpirsîna li ser wan didome.
Rojeva Kurd/Stenbol