Kirîza navbera Tirkiye û Iraqê kûrtir dibe
Krîza di navbera û Iraqê de roj bi roj kûrtir dibe. Li ser pirsgirêka Başêka serkkomare Tirkiye Erdogan bersiva hukumeta Iraqê da û got: Ebadî kiyê? E ne muxatabê mine û ne di eyarê min de ye. Erdogan dabû xûyakirin ku; Ebadî bivê nevê emê tevlî operasyona Musilê bibin.Serokwezîrê Iraqê Heyder Eadî li ser vê yekê bersiva Erdogan da. Berdevkê Ebadê got ku; Daxuyaniyên beşek ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê nakevin xizmeta berjewendiyên herdu welatên dirawsê, temaşeyî teroroê ku bûye metirsî li ser navçeyê nakin.”Berdevkê Ebadî SeedHedisi dibêje: Dibe ku ev core daxuyaniyên Tirkiyê bibin sedema durisbûna qeyranek mezin li navçeyê û nakeve berjewendiya ti aliyekî de, heger ev daxuyanî berdewam bikin wê bandorek xirab li aramiya navçeyê bi giştî bike.Ji aliyek din Fermandeyê Heşda Eşairî Esîl Nuceyfî dibêje hêzek Tirkiyê jibo hêzên wan rahênana bike û bi rêkeftin ligel hikûmeta Iraqî li Nînowa bicîbûye, lêbelê partî û aliyê Şîe daxwaza vekişandina wê hêzê dikin.