CivakPolîtîk

Hukumet reforma berdewam dike

Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadabûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja sêşemê 10.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên Herêma Kurdistanê civiya.Di destpêka civînê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa pirosesa  qeydkirina navê miaşgirên Herêma Kurdistanê bi sîstema Biometry kir  û bi yek ji pêngaveke giring yên çaksaziyên hikûmetê wesif kir ku bi vê sîstemê îdareya darayî û miaşên neqanûnî tên rêxistin. Serokwezîr sipasiya fermangeha tenolojiya û zaniyariya li Civata wezîran û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr  û stafê ofîsa serokwezîr kir ku di amadekirina pirojeyê Biometry de roleke serke hebû.Barzanî behsa girêbesta hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompaniya cîhanî Deloitte  ku hûrgiliyên dahatinî û xerciyên neft û gaza Herêma Kurdistanê bi şopîne kir û got: Ev kontirakt, ji bo pirosesa çaksazî, şefafî û xurtkirina baweriya navbera xelk û hikûmetê de pêngaveke gelek giringe.Serokwezîr behsa operasyona azadkirina Mûsilê jî kir û got ku, ji bo operasyona azadkirina Mûsilê digel Îraq û hevpeymanan amadekarî hatine kirin û hevahengiyeke baş di navbera her sê aliyan de heye û diyar kir ku, azadkirina Mûsilê di hemû waran de; warê emnî, leşkerî, êkonomî û bazirganî de ji bo herêma Kurdistanê giringe.Di civînê de, Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û aborî bi wekalet, ji beşdaran re behsa dabeşkirina miaşan û rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmetê di çarçoveya pirojeyê xwe yê çaksaziyê de di hemû waran de xericî kêmkirine û li ser wê pirosesê, kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiyan, berdewam dibe. Divê pêngavên çaksaziyên yên hikûmetê, pirosesa kêmkirina xerciyan bê helsenganidn û divê mafê miaşgirên Herêma Kurdistanê parastî be  û miaşê wan yê tê paşkeft kirin nefewite.Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha medya û zaniyarî rênîşanderên qanûna mafê bidestxistina zaniyariyan a jimara 11 a sala 2013ê kir ku li gor wan rênîşanderan li hemû saziyên Herêma Kurdistanê ofîsa zaniyariyan tê avakirin daku zaniyarî bi awayekî rast û dirust bigehin destê hevwelatiyan.Di civîna civata wezîrên Herêma Kurdistanê de, behsa damezrandin/teînkirinê hat kirin û serokê dîwana civata wezîran pêşniyar kir ku damezrandin li gor pêdawîstiyên her wezaretekê be û biryar hat dan civîneke taybet li ser vê pirsê bê kirin û aliyên peywendîdar beşdarî civînê bibin. Di vê çarçoveyê de, serokwezîr got ku sîstema damezrandinê li Herêma Kurdistanê bi awayekî saxlem nebû û ev rewşa nexwesteka niha li herêma Kurdistanê heye beşek jê  ji sedemê şaşiyên berê yên îdarî ne.Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr daxwaz ji wezîran kir ku peykerê îdarî yê wezaretên xwe li gor pêdaîwstiyên niha yên hikûmeta Herêma Kurdistanê rêxistinî bikin û pêdawîstiyên xwe diyar bikin.Pirojeyê çarçoveya stratejiya parastina civkî ku, bi hevbeşî digel bankaya navdewletî, wezareta pilandananê, wezareta kar û karûbarên civakî, wezareta saxlemiyê, edaletê, perwerdeyê û wezareta darayî û aborî û civata balaya xaniman de hatiye amadekirin, di civînê de hat gotûbêj kirin.  Civta wezîran ev pirojeye pesind kir û wezaretên peywendîdar raspartin ku pilana bicîkirina vê sratetejiyê amade bikin.

Back to top button