Cîhan

Kremlîn: Erdogan nikare bibe qasid 

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan her tim tanî zimên ku ew dixwaze û dikare di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bibe qasidê lihevkatin û aştiyê. Lê Kremlînê got ku Erdogan ne di wê astê de ye û nikare di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bibe qasid.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nikare di şerê Rûsya û Ukraynayê de qasid.

Li gor nûçeya ajansa TASSê,Peskov doh di hevpeyvîna xwe ya li gel televizyona Rûs bersiva pirsa “gelo Erdogan dikare rola navbeynkariyê bilîze“, bersivand û got “Na, ev yek ne gengaz e”.

Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Astanaya paytextê Kazakistanê bi erdogan re hat ba hev.

Peskov da zanîn ku Putin û Erdogan di hevdîtina xwe ya li Astanayê wê li ser mijara Sûriyê gotûbêj bikin.

Back to top button