Kovara felsefevan derket
Li bajarê Îzmîrê kovareke kurdî bi navê FELSEFEVAN dest bi jiyanê kir.
Ev kovar bi xebata Elî Gurdilî û hin hevalên wî yên dilsozê Zimanê Kurdî derketiye qada jiyanê û pêşkêşê xwendevanên Kurd bûye.
Berpirs û xwedanê kovarê Elî Gurdilî gotiye ku “Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe yê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdiya kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta niha derfeta me çênedibû. Lê berî du-sê mehan me biryar da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin.”
Kovara Felsefevan, wê sê mehan carekê bête weşandin û di her hejmarekê de wê li ser mijareke cuda raweste. Herweha, kovar wê giraniya xwe bide ser mijarên mîtolojî, civaknasî, psîkolojî û têgînên felsefê.
Kovar di vê hejmar pêşî de, li ser du mijarên taybet rawestiyaye:
1- Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe
2- Têkiliya ol û felsefeyê.
Di vê hejmara kovarê de, gotarên van nivîskaran hene: Şahînê Bekirê Soreklî, Zeynelabidin Zinar, Fêrgîn Melîk Aykoç, Omer Dilsoz, Zeynel Abîdin, Newaf Mîro, Mahmut Ozçelik, Mîr Qasimlo, Y. Gul Seven, Rênas Xendekî, Sultan Arslan, Konê Reş, Evîn Berçem, Kêmzan Bêwar û Agirî Soran. Herweha nivîsa Panait Îstratî ya bi navê “Mirov” derheqê dîn de nêrînên ramanwerên cuda, Destana Gilgamêş û Ferhengoka Felsefeyê jî cih girtine.
Di quncikê psîkolojiyê de jî “Danasîn, Wesf û Binaşaxên Zanista Psîkolojiyê” cih digrin. Nesrîn Rojkan, rêwîtiya xwe ya li warên Antîk Yewnanîstanê bi nivîseke xweş ya bi navê “Li Pey Şopa Fîlozofan” li qelemê daye û geştnameyeke xweşik nivîsiye. Herweha, Ali Gurdilî jî bi nivîskarê “Heteroglossîa” yê bi H. Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk anîye.
Mezinahiya Kovarê: 23,5 X 14,5 cm.
Jimara Rûpelên Kovarê: 124.
Berg: û yên paşiyê, kaliteya yekem. Yên mayî ya duyem.
Li Ser Navê Kovarê Edîtorê wê Ali Gurdilî
TÊKELÎ:
– Tel: + 0.532 552 42 78
– BIHA: Li Bakûrê Kurdistan û Turkiyeyê: 10 TL. Ji bo Ewropayê jî, 10 €.
– Abonetiya ji bo salekê (çar jimar) 40 TL û ji bo Ewropayê jî 40 € ye.
– Hesabê Bankeyê: IBAN:
– Hesab:iş bankası: 3405 1434028 IBAN:TR16-0006 4000 0013 4051 4340 28.
– Hesabê Ewro:3405 0517044
IBAN:TR72 0006 4000 0023 4050 5170 44.
facebook: https://www.facebook.com/KovaraFelsefevan
twitter: https://twitter.com/KovarFelsefevan
Malper: www.felsefevan.org
Hotmail adres: [email protected]