Kovara Aksiyon Helepçe bi biranî

Helebçe bajarekî Kurdistan’ê ye. Di 16’ê sala 1988’an de bi fermana dîktatorê xwînmij Seddam Hisêyn, artêşa Iraqê zarok û mezin, jin û mêr bi hezaran kesî bi bombeya kîmyasalê qetil kirin.

Helebçe bajarekî Kurdistan’ê ye. Di 16’ê sala 1988’an de bi fermana dîktatorê xwînmij Seddam Hisêyn, artêşa Iraqê  zarok û mezin, jin û mêr bi hezaran kesî  bi bombeya kîmyasalê  qetil kirin.

Bi hezaran kesên Helebçeyî ev roja wekî her rojên din hêvî dikirin. Yên mala xwe dimalt, yên nan lê dixist…Lê nizanî bûn wê ev roj bibe rojeke reş.  Ji ku dizanîbûn wê îro zarok û mezin hemû bi bêhna sêv û pirteqalan bimirin…  Di encama qetlîamê  de 5000 hezar kes şehîd bûn û nêzî  150 hezar kes jî birîndar bûn, seqet man… Gelek zarok bê dê û bav, xûşk bê bira û bira jî bê xûşk man…

Belê îsal 24. salvegera wê roja reş e. Dinya li hember vê qetlîmê bêdeng ma.  Lê  wê dîrok wê rojê jîbir neke. Kovara Aksîyon’ê jî di hejmara xwe ya vê mehê de cih daye Qetlî’ama Helebçe’yê.  Nivîsa lêkolînî Ulku Ozel Akgunduz amade kirîye. Di nava nivîsê de bi hin kesên Helebçeyî re axaftîye.  Nêrînên wan, êş û kedera wan bi me re parvekirîye. 

Hesret,  derd û kulên wan bi awayekî  trajîk anîye ziman.  Em jî pêşnîyarîya xwendina vê xeberê  dikin.  Em jî wekî malpera Nûçevan’ê ji bo vê nazikîya wan ya di vê meseleyê de sipasîyê xwe ji wan re dikin. Em bi hêvîne ku wê çapemenîya ker û lal jî nivîs û xeberên wiha ji xwe re minak bigrin û ew jî ev êşa me Kurdan  piçek be jî parvebikin.

 

(Nûçevan)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: