Polîtîk

Banga piştgirîyê ji bo gelê Kurdistana Rojava

Banga Piştgirîya ji bo Gelê Kurdistana Sûryê:

Serkevtina Me bi Yekkirina Hêz û Rêza Me Dibe!

Ev meseleyên ku îro di cografya Ereban û Rojhelata Navîn de peyda bûne, destpêka wan digîje hinek rêze peymanên aşkere-veşartî yên dema dawî ya Şerê Cîhanê yê Yekem, ku hêzên hevpeyman serkevtiyê wî bûn. Di sala 1920an de, du hêzên emperyal ên wê demê digel du dewletên kevnare yên Rojhelata Navîn, bi hevkariyê êrîş birin ser kurdan û warê wan ê kevnare yê dîrokî. Kurdistan, bi van peymanan di navbera dewletên herêmî de(Iraq, Turkiye, Îran û Surî) hate parvekirin. Bi vî awayê, hemû mafên ku miletbûna kurdan dîyar dikin, ji wan hatin girtin. Ji ber vê yekê kurd, di herêmê de wek milleteke bêdewelet a herî gewre, nêzîkê sed sala e ku têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên netewî didomîne.

Di demeke nêzîk de rejîma Beas a Iraqê têk çû û îro jî li hemberê dîktatorîya Beşar Esad û Beasa Sûrî, helwest û berxwedana kurdan, dê ji bo hilweşandina balansa herêmî û statuqoya heyî bibe pêngaveke dîrokî. Lewra Sûrî di herêmê de xelekeke pir girîng a statuqoyê ye û perçebûna vê xelekê, dê bi xwe re gelek guhertinên nû jî derxîne holê. Ji ber vê yekê, divê em li ser mesela Suryê û guhartinên di herêmê de helwest û tîfaqa Rusya, Îran, Çîn û grubên li dorûberê wan jî di vê çarçovê de binirxînin.

Dewleta Sûryê ya îroyîn, sala 1921ê bi Peymana Londrayê hate damezrandin ku ev peyman di navbera Fransa û hikumeta nû ya Turkiyê de hatibî îmzekirin. Bi îmzekirina vê peymanê, kurdên bakur û kurdên rojavayê başûr bêrizamendiya xwe ji hev hatine veqetandin û di navbera wan de dîwarên bistrî hatin lêkirin. Bi vê awayê kurdên rojavayê başûr ketin bin desthelatdariya erebên Sûryê, lêbelê tu demekî ji dawxaza mafên xwe yên rewa û dest ji berxwedan û têkoşînê bernedan.

Sala 1927ê bi beşdarbûna gelek grubên sîyasîyên cûda partiya Xoybûnê hate damezirandin. Her çiqas bi tevî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyem, têkoşîn û xebata Xoybûnê dikeve pêvajoyek lawaz û pêre bêdengiyek peyda bibe jî, di dawîya salên 1950î de têkoşîna kurdan li Sûryê dikeve pêvajoyeke nû. Partiya Demokrat a Kurd li Suryê tête damezirandin û Nûreddîn ZAZA dibe serokê wê.  Partîyê di bin zixt û zordarîya desthilatdariyê de heta Tebexa sala 1960an bi awayeke aktîf xebata xwe berdewam kir. Ji sala 1961ê şûn ve li pey hev darbeyên leşkerî pêk hatin û di encama de hemû mafên komelî yên kurdan ji dest wan hatin girtin.

Sala 1963ê Partiya Beas bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî bidest xist. Piştî ku desthilatdarî kete destê Beasîyan, rejîmeke otorîter û zordar hate damezirandin. Li gor bernameya Partiya Beasê, “her kesê li Sûryê dijî ereb e û zimanê wan jî erebî ye.” Piştî vê pêvajoyê dijraberê kurdên li Sûryê, şovenîzma erebî û nijadperestiya Beasiyan bêtir bû. Bi tevî ku nifûsa kurdên li Suryê ji nifûsa gelek îmaretên erebî û erebên filîstinî yên ku di rojeva dunyê de ne, zêdetir e jî, li gorî pîlan û armanca ku bi navê “Kemera Erebî” tête naskirin, pêvajoya polîtîkayeke tûndrew a erebkirinê dest pê kirîye û rejîma Beasê sîyaseta xwe ya erebkirinê heta îro domandîye.

Piştî serhildana sala 1982 ya Humus-Hema û serhildana sala 2004an a Qamîşloyê, desthilatdarîya Beas û rejîma Esad hetanî îro bi serhildanek girseyî ya bi vî rengî re rûbirû nebûye. Di vî rewşa hanê de, nemimkune ku rejîm hebûna xwe berdewam bike. Bi tevî vê yekê, derûdorên ku di bin kevalê(postê) çepgirîya azadîxwaz, demokrasî û mafê mirovan de, berîya nûka piştgirîya Saddamê dîktator dikir, îro jî li Antaqyayê xwepêşandanên ji bo piştgirîya Beşar Esad dikin. Bêguman nemimkune ku tevger û hewldanên wesa, pêşîya ji nû ve herikîna dîrokê bigrin. Ji ber kîjan sedeman dibe bila bibe, bi aşkere yan veşartî, ew ên ku piştgirîya rejîma Beasê bikin, wê bibin şirîgê sûc û kiryarên Beşar Esad.

Li vê derê mijareka girîng a ku divê bête dîyarkirin û bibîranîn, helwesta opozîsyona erebên Sûryê ye. Ji aliyê grubên opozîsyona Suryê ve, heta vê gavê derbarê çawaniyetiya Sûrêya piştî têkçûna Beşar de, daxuyanî û bernameyeke sîyasî ya zelal nehatiye dîyarkirin. Divê grubên Opozîsyona erebî ya Suryê, ji bo pêvajoya piştî têkçûna rejîma Esad, bi awayekî aşkere sîyaseta xwe ya derbarê kurdên li Sûryê dîyar bikin.

Îro ev tevgera gelêrî ya ku bi navê “Bihara Erebî” tête binavkirin, divê tenê wek hilweşandina rejîmên dîktator ên erebî neyête dîtin, herweha divê awayê çareseriya hemû meseleyên netewî, etnîkî û dînî yên vê cografyayê jî têkevin rojevê û bêne nirixandin. Gerek bête zanîn ku taybetiyeke herî girîng a sedsala 21. jî ev e, ku meseleyên çaresernebûyî yên  neteweyî, etnîkî û dînî cardin bûne yekemîn mijara rojevê. Di vê çarçoveyê de daxwazên netewî yên kurdan, bi kêmtirîn qasê daxwazên gelê Filîstinî, Sûdana Başûr û Kosowayê rewa û girîng in.

Ji bona vê yekê, em “mafên çarenûsîyê” ji bo çareserîya meseleya Kurd li Sûryê, wek biryareke dîrokî dibînin û piştgirîya vê biryara Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrî dikin, ku ev Encûmen roja 27/10/2011 di encama berhevbûna Kongreya Niştimanî ya Kurd Li Sûrî de hatibû hilbijartin. Hêvîya me ev e, ku li ser heman zemînê Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Surî, bi beşdarbûna grûb û unsûrên din jî bihêztir û serkevtîtir be. Divê em bibîr bînin, ku kîjan grûb dibe bila bibe, kîjan sedem tê nîşandan bila bê nîşandan, ew helwest û hewldana ku ji bo yekîtiyê xizmet neke wê di nav pêvajoya dîrokê bête mehkumkirin.

Di dawîyê de, ev nêzîkê pêncî û pênc sal in ku gelê rojavayê başûrê Kurdistan û Erebên Surî, ji aliyê rejîma Beas û malbata Esadê dîktator ve bi awayek hovane têne perçiqandin, kûştin û zordariyek dijwar li ser wan tête kirin. Em ev hovîtiya Beşar Esad û rejîma wî û hevalbendên wî bi tûndrewî şermezar dikin…

Nav-bernav                       pîşe(kar)


http://www.kovarabir.com/wp-content/uploads/BELAVOKA-Pi%C5%9Ftgir%C3%AEya-ji-bo-Kurdistana-rojava-kurd%C3%AE-tirk%C3%AE-%C3%AEngiliz%C3%AE.pdf

Back to top button