Koşaner jî dixwaze bikeve başurê Kurdistanê
Serfermandarê nû yê Tirkiye İşik Koşaner daxwaza xwe ya yekemîn ji Hikumeta AKP kir û di axaftina xwe ya merasîmê de xuya kir.
Koşaner behsa BDP û xweserîyê nekir lê di axaftina xwe de balkişand ser wan mijaran jî.
Serfermandarê nû ji hikumetê 4 daxwazan kir. Di serî de operasyonên li ser başurê Kurdistanê û tedbirgirtina rêya xweserî hebû .
Koşaner xeteriyên serete diyar kir û piştî analîza xwe ya li ser rojhilata navîn û Tirkiye daxwazên xwe yê ji hikumet bi rêz kirin.
1- Dewama operasyonên başurê Kurdistan
2- Tedbîrên aktîv ji bo gerillayên pkk ku li navenda İraq û Herêma Kurdistanê de ne
3- Pêşîgirtina qanunî ji bo ku dixwazin di nava Tirkiyê de sazkirina herêmekî nû çêkin
4- Rêlibergirtina alîkariyên hîn welatên Ewropayî ku ji endamên PKKê re tên kirin.
Koşaner bi wan daxwazan diyar kir ku di pêşerojê de pirtirîn li ser kîjan qadêde xebatên xwe dewam bike.Herwiha nêrîna TSK ( Hêzên Çekdarî ya Tirkiye )li ser başurê Kurdistan jî eşkere kirin.