Polîtîk

Salih: Şerme ku heta nuha kirîza Îraqê berdewam e

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wê yekê nîşan da ku heta nuha parlamentoya hilbijartita Îraqê, piştî pênc meh bi ser hilbijartinan da derbas bûyîn, nikariye dest bi civînan xwe bike.

Duhî li Bexdayê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û di civîneke heveş de her du aliyan reşa siyasiya Îraqê û pirosesa pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kir.

Piştî civîn Salih ji bo kanalên ragehandinê axafit û got:
– Cîyê şermezariyê ye ku heta nuha kirîza siyasiya Îraqê berdewam e ku tu esas jê re nîne.

Serokê hikûmetê hêvî xwast ku bi zûtirîn wext Îraq ji wê aloziyê xilas bibe û hikûmeteke hevbeşa niştimanî ku temsîla hemû lîste û qewareyên siysiyên îraqî bike pêkbê.
Salih herwesa got ku divê hemû lîste û qewareyên siyasî beûdariyê di hikûmeta nû û pirosesa siyasî û demokrasiya Îraqê de bikin ”Bê beşdariya hemû aliyên îraqî di hikûmetê derxistina biryaran de, Îraq aram nabe.”

Li dor pirsgirêkên navbera hikûmeta Bexdayê û herêma Kurdistanê jî Salih got: ”Heta nuha çend pirsgirêkên hilawîstî wek; Neft, pêşmerge, çavkaniyên avê û Kerkûk, di navbera me û hikûmeta Bexdayê de mane. Ew pirs beşekin ji sîstema nuha ya Îraqê û divê bên çareser kirin.”

Tariq Haşimî ji aliyê xwe ve got ku lîsteya Îraqiye ji kutleya Hevpeymaniya Kurdistanî ne dûre.

Back to top button