Castro : Bin Ladin ji bo Amrîkayê dixebite
Serokê El Qaîde û Terorîstê herî mezin ya cihanê Bîn Ladîn mimkune ku ji bo Hikumeta DYA bixebite ? li gor Fidel Castro , Bîn Ladîn ajanê Emrîkaye .
Serokê Kubayê Fidel Castro ji bo Usame Bîn Ladîn got : Serokê Emrîka ya berê George W.Bush dema ku xwest cihanê bitirsîne casusa CIA yê derxistin holê .
Castro dema ku digel Daniel Estulin hatin ba hev daxuyaniyên balkêş anî zimên. Estulin bi kîtabên xwe ya armancên veşartiya Gruba Bilderberg tê naskirin.
Çend roj berê di rojnameya Partiya Komînîst a Kubayê de iddaayên Fidel Castro hatin weşandin. Castro serokê Emrîkayê berê George W.Bush tawanbar kir û got : Dixwaze li ser cihanê psîkolojiya tirsê belav bike û ji ber vê yekê jî polîtîkayên hikumeta Emrîka bi cih tîne.
Heta îro ji aliyên gelek kesî ve hate îddaakirin ku Usame Bîn Ladîn ajanê Emrîkaye. Castro jî ji nav wan kesan de kesekî herî berbiçave. Piştî êrîşa 11 Îlonê gelek rojnamevan destnîşan kirin ku berpirsyarê 11 Îlonê Bîn Ladîne.