Cîhan
Koriya çareseriyeke nû ji bo Corona peydakir
Ajansa CNN raporek belavkiriye û têde behsa rêyekî nû ya dahêneraneya Koriye dike ji bo pişkinîna wan kesên gumana hilgirtina virusa Coronayê ji wan tê kirin, ku ew jî ji pişkînîna nava otombêlê (Drive-through testing) de pêkhatiye.
Koriya çendîn navendên pişkinînên daniye ku her kesek bixwaze bi otombêla xwe biçê qadeke taybet û her li nav otombêlê de li rêya formek ve zanyarî di derbarê nîşanên nexweşî û serdanî û têkilîbûnên wî lê tê wergirtin. Eger ew kes cihê gumanê bû, wê demê her li nava otombêlê de mînak lê tê wergirtin û di demeke 3 heta 6 demjimêran encama pişkinînê derdikeve û li rêya kurtenameya mobilê ji bo wî tê şandin.