Polîtîk

Koreya Başûr Nêçîrvan Barzanî xelat dike

Berpirsê ofîsa cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbaz Hewramî, di daxuyaniyekê de  got: ” Cîgrirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, dê ji aliyê serokê Koreya Başûr ve bi xelatê “kesayetiyê herî baş ji bo sazkirina pêwendiyan” were xelatkirin.

Serbaz Hewramî, ji AKnewsê re axivî û ragihand: ”Biryar e 26ê kanûna 2010ê cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, li ser daxwaza serokê Koreya Başûr biçe  Sêûlê û were xelatkirin.

Hewramî got ku,  her sal serokê Koreya Başûr ew kesayatiyên ku pêwendiyên bihêz digel welatî wî çêkirine, xelat dike û wiha got: “Ev xelat, îsal dê bibe ya Nêçîrvan Barzanî.”

Hewramî, destnîşan kir ku, Barzanî ne tenê weke berpirsekî PDKê were xelatkirin, lê weke berpirsekî Herêma Kurdistanê vê xelatê werbigire.

Serbaz Hewramî ew yek jî got ku, Nêçîrvan Brazanî di dema serokwezîrtiya xwe de pêwendiyên herî bihêz û baş di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de sazkiribû.

Back to top button