Polîtîk

Konsulusa DYA serdana Demirbaş kir

Konsulusa Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) ya Edenê Daria Darnell îro serê sibehê hate serdana Şaredariya Sur ya Amedê û şaredar Abdullah Demirbaş ziyaret kir. Di hevdîtinê de endamê meclisa Şaredariyê Neqşî Sayar jî amade bû.

Di hevdîtinê de Demirbaş behsa dîroka Bajarê xwe kir û behsa xebatên şaredariya sûrê yên derbarê pir zimanî û pirçandî de kir. Şaredar Demirbaş her wiha behsa hin projeyên giring ên şaredariyê yên wekî projeya Serê Şevê Çîrokek û kolana baweriyan kir.

Demirbaş kêfxweşiya xwe bi serdana Darnell anî ziman û behsa zengîniya ziman û çandên cuda ên vî bajarî kir. her wiha da xuyakirin ku ji boa ramî û xweşiya vî welatî hin gav ji alî hikûmetê ve bên avêtin û pêşî li siyasetê were vekirin.

Di dawiya serdanê de Darnell anî ziman ku ew jî hêvî dikin ku her kes ji bilî şidetê li rê û rêbazên din bigere da ku çareseriyek ji van pirsgirêkan re peyda bibe. Demirbaş hin diyariyên ku dîroka bajarê Diyarbekir temsîl dike pêşkêşî Daria Darnell kir û dîsa dubare kir ku pêwîste her kes ji aliyê xwe ve hewl bide bi riyên diyalog û aştiyane rê li ber çareseriyê veke.

Eurokurdsnews

Back to top button