Civak
Konsolê Kurdîzanê Japonî xatirê xwe ji Kurdistaniyan dixwaze
Katsumi Moriyaso Konsolê Giştî yê Japonya li Hewlêra paytexta Kurdistanê ku ev çendîn sale li Kurdistanê kar dikir û dawî li erkê wî li Kurdistanê hat û xatirê xwe ji Kurdistaniyan dixwaze.
Katsumi Moriyaso Konsolê Giştî yê Japonê li wan salên ku li Kurdistanê bû, ji ber kar û xebatên xwe yên li Kurdistanê û bi taybetî ji ber axaftinên xwe yên bi zimanê Kurdî, demeke nêzîk de xwe xist nava dilê Kurdistaniyan û xelkê Hewlêrê bi taybetî gelek hez ji Birêz Katsumi Moriyaso kirin.
Moriyaso ji ber dawî hatina erkê xwe û xatir xwestina ji Kurdistaniyan îro 04.03.2020 serdana Hoşyar Zêbarî Endamê Desteya Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê kir û xatirê xwe jê xwest.