Kultur

Konsera Tarkan li Kurdistanê

Kovara Majidi Guide di jimara xwe ya Hezîran-Tîrmehê de digel popstarê Tirkiyeyê Tarkan derbarê jiyana wî ya rojane û hunerî de hevpeyvînek pêk aniye.

Kovara Majidi Guide ku weşana xwe bi îngîlîzî û soranî dike û edîtora wê Seda Kitay e, diyar dike ew kovara yekê ya li Herêma Kurdistanê ye ku digel Tarkan hevpeyvînek saz kiriye.

Tarkan li ser pirsa “Gelo tu dixwazî li bakurê Iraqê hezkiriyên xwe bibîne û konserek saz bike?” ya Majidi Guide, Tarkan dibêje:

“Bêguman ez li ser wê çendê difikirim ku li bakurê Iraqê konserek saz bikim. Ez dixwazim li vir aşkere bikim ku ew kar di projeyên min yên di paşerojê de heye.”

 

(Dengê Azad)
Back to top button