Mistefa: Ez ne digel boykotkirina prosesa siyasî me
Newşîrwan Mistefa di hevpeyvîneke xwe ya digel Rojnameya Şerq El Ewsetê ya çapa Londonê de amaje bi nakokiyên xwe yên digel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û sekreterê wê partiyê Celal Talebanî, nêrîna xwe ya li ser reforma li herêmê, xwepêşandan, arîşe û daxwazên dijbereya herêmê, gendeliya siyasî, îdarî û çendîn pirsên din aşkere dike.
Mistefa li ser nakokiyên xwe yên digel Talebanî dibêje, “Dema ku armanc û aresteyên me hevbeş bûn em digel Talebanî beşdarî têkoşîna hevbeş bûn. Lê paşî em gihiştin qonaxekê ku êdî me nekarî pev re di çarçoveyeke siyasî ya hevbeş de kar bikin. Me xwest di nav YNKê de reforma siyasî bikin lê me şikest xwar. Lewra ji bo em bigihin armancên xwe me da ser rêyeke din.”
Serokê Goranê li ser pirsa “gelo arîşeya we ya sereke ya digel desthilatê de çiye?” dibêje:
“Arîşeya me digel sîstemeke siyasî û aqliyetekê de ye ku dixwaze arîşeyên heyî bike şexsî. Hindek ji wan arîşeyên têkilî bi sirûştî sîstema siyasî ya niha ya herêmê heye û sîstema partiya totalîter û serkirde ye ku di desthilata YNKê ya li Silêmanî û desthilata PDKê ya li Hewlêr û Duhokê tê dîtin. Di vî sîstemî de rola rasteqîne ya dezgehên dewletê yên wek parlamento, hikûmet, civata parêzgehan û desthilata dadwerî winda ye.”
Mistefa dide xuyakirin ku beşek ji nakokiyên heyî têkilî bi belavbûna gendeliyê di hemû warên jiyanê de heye wek nebûna şefafiyeta di dahat û hinardeyên herêmê û veşartina çawaniya xerckirina wan, destbiserdedanîna bazar û berjewendiyên bazirganiyê ji aliyê berpirsên hizbî ve.
Serokê Tevgera Goranê derbarê pêşniyara beşdarîkirina hikûmet yan beşdarîkirina di reformên hikûmetê de ku serokê herêmê pêşkêşî dijbereyê kiribû, got, “Me pê baş e li gor projeya ku dijbereyê pêşkêşî desthilatê kiriye, reformên siyasî bên kirin. Her weha em daxwaza pêkanîna hilbjartineke pêşwext jî dikin bi mercek ku şert û mercên pêkanîna hilbijartineke pêşwext bên dabînkirin.”
Mistefa bo daxwaza hilweşandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê ya dijbereyê jî got:
“Ev daxwaz daxwazeke rewa ya her aliyekî siyasî û welatiyekî ye bi taybet dema ku alozî digihin rêyeke daxistî. Nerazîbûnên vê dawiyê derxist ku aloziyeke siyasî ya kûr li Kurdistanê heye. Di navbera welatiyan û hikûmet,parlamento, desthilata dadweriyê de pirsa baweriyê heye. Dema ku dor li dijbereya parlamentoyê tê girtin, welatî dê li pey dijbereyeke din bigerin û dê xwepêşandanên nerazîbûnê saz bikin, li hev bicvin, man (grêv) bigirin.”
Mistefa li ser pirsa “gelo eger hat û daxwazên wan nehatin bicihanîn, parlamenterên Goranê dê dest ji kar bikşînin?” got, “Ez ne digel wê çendê de me di karê siyasî de boykot bê kirin. Ji ber ku arîşe çiqas dibin bila bibin, divê derketek bo çareseriyan bê hiştin. Em li herêmê bibin desthilat rewşa herêmê dê baştir bibe.”
Serokê Goranê li ser helwesta wan a li hemberî cihêbûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê jî got, “Mayîna Iraqê bi yekgirtî pêbendê avakirina dewleteke federal a demokratîk e ku bêyî cudakarî, bawerî bi mafên welatîbûnê hebe. Ev jî tenê têkilî bi paşeroja têkiliyên di navbera herêm û Bexdayê de re nine heya bigre têkilî bi dahatiya têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên Iraqê re heye.”
(AKnews)