Kongreya PDK-Bakur li Almanya
DK-Bakur, di 20.02.2011 an de Kongreya Herêma Almanya pêk anî.
Kongre, bi deqîqeyek ji bo rêzgirtina ºehîdên Kurdistanê vebû.
Di kongrê de gelek endamên ku ji gelek heremên Almanyayê hatibûn, beºdar bûn.
KONGIRE, li ser mijara rewºa siyasî ya Kurdistanê û a Rojhilata Navîn, herweha ya konjektura dunyayê û bi taybetî li ser rewºa siyasî û civakî ya li Bakurê Kurdistanê, rewºa PDK-Bakur a rêxistinî li nav welêt û li dervayî welêt û bi taybetî li ser rewºa rêxistinî ya Almanya, rawestiya.
KONGIRA PDK-Bakur herema Almanya li ser bûyerên ku li baºûrê Kurdistanê rûdane rawestiya. Herweha em gihiºtin wê baweriyê ku protesto, xwe pêºandan pediviya demokrasiyê û pêºketinê ne, lê nabe ku wexta mirov bixwaze mafê xwe bidestxe; lê mafê hinek din binpê bike û bibe sebebê kaosek civaki ku tu berjewendiya gelê Kurd tê de tune. Miletê Kurd, bi danina gelek bedelên mezin û bi tifaq û aºitiya navxweyî ev destkeftinên iro bi dest xistine. Heqê tu hizb, rêxistin an jî partiyê nîne go ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yan jî îdolojîk, berhemên bi hazaran ºehîdên Kurdistanê têk bibin.
PDK-Bakur herema Almanya, bang li hemi aliyan dike. Kurdistanek me ya serbixe tineye, bêtifaqiya me dikare bibe sebeb ku em cardin destkeftiyên gelê xwe bikin bin piye dagîrkerên Kurdistanê. Welatê Ereban sîstema xwe diguherin lê xaka wan her dimîne. Opozisyon divê çêker be û gelek hiºyar be. Gelek Caran serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û serokê Iraqê birêz Celal Talabani, ji gelek tiºtan nerazîbûna xwe dane nîºandan. Lê miletê ku bi sedsalan xwedî dewlet in hê jî pirsgirkên wan ên civakî, aborî û sosyal hene. Baºûrê welatê me hîna gelekî nû ye, divê sebra me hebe û em aram bin û gelek hiºyar bin. Divê her Kurdek destkeftiyên baºûrê welatê me wek roniya çavê xwe biparêze. Pêwiste partiyên baºûrê welatê me bixebitin ku heremê ne hatine ser Kurdistanê wan bînin ser Kurdistanê. Xala”140 cîbecî bikin”. Pêwiste her Kurd bêje “hertiºt ji bo Kurd û Kurdistanê”.
Kongra herema Almanya, rewºa bakurê Kurdistanê ji rawestiya û bal kiºand ser hilbijatinên 2011 û bi taybetî li ser MAKZAGONA nû rawestiya. Giha wê baweriyê ku di makzagona Tirkiyê ya nê de mafê gelê Kurd bêne garantî kirin.
Di kongrê de gelek pêºneyarên hêja hatin û biryarên giranbuha hatin girtin.
Kongrê komîteyek herêmî ya nû û berfireh hilbijart.
Kongre bi temeniyên dilsoz ji bo xebata kolektîf, ji bo Kurd û Kurdistanê bi dawî bû.
Bijî gele Kurd
Bijî Kurdistan
PDK-Bakur Herema Almanya
07.03.2001