Kongreya Niştimanî ya kurdî li Sûriyê
Yekemîn Kongreya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi rêveberiya 10 partiyên kurd û bi beşdarbûna derdora 257 endaman…
ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên ’10’ partiyan û hin hevkariyên ciwanan Kongire ji katjimêr 10:00 sibeha roja 26-10-2011 an de li bajarê Qamişlo li Sûriyê destpêkir. Ji her herêmeke kurdî û deverên ku kurd li Sûriyê lê dijîn wek “Reqa, Heleb, Şam” derdora ‘150’ nûnerên serbixwe ji bo beşdarbûna di kongire de hatibûn hilbijartin.
Di destpêkê de endamên kongire kêlîkeke bêdeng li ser giyanê şehîdên miletê kurd û şoreşa Sûriyê sekinîn, di pişt re sirûda niştimanî ya kurdî “Ey Reqîb” û sirûda welatê Sûriyê di kongire de hatin guhdarîkirin.
Bi gotina sekreterê Partiya Pêşverû ya kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş kongire dest bi kar û programê xwe kir û ji rewşa siyasî de destpêkir û ji mijarên ku hatin geftûgokirin û biryarkirin:
– Daxwaza mafê çarenûsî ji bo miletê kurd li Sûriyê.
– Encûmana Niştimanî ya kurdî li Sûriyê ji kongire hate damezirandin.
– Kongire xwe beşek ji oposîzyon û şoreşa gelêrî yên miletê Sûriyê dibîne û wê piştgirî û xwedîlêderketinê ji hevkariyên ciwanên kurd re bike.
– Kongire doza guhertina bingehîn ya rêjîma Sûriyê dike.
– Kongire kuştina milet bi destên hêzên ewlekarî û leşgerî yên rêjîma Sûriyê şermezar dike û doza derketina wan hêzan ji nav bajarên Sûriyê bilez dike.
– Kongire bi tena xwe diyalogê bi rêjîma Sûriyê ya ana re nake.
– Hemî hevbendên partiyên kurdî yên berê (Hebendî, Enî, Encûmana siyasî, Hevkarî) di kongire de hatin hilweşandin.
– Ger ku hevbendên oposîzyona Sûriyê (Ragihandina Şamê û Encûman Niştimanî û Komîteyta Hevkar) belge û biryarên kongireya kurdî nepejirînin, partiyên kurdî yên di wan hevbendan de wê di hindirê 2 mahan de ji wan hevbendan vekşên.
Kongireyê Niştimanî yê Kurdî li Sûriyê bi hilbijartina komîteyeke ji 45 endaman (20 ji partiyan û 25 serbixwe) bo rêvebiriya Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di katjimêr 03:00 sibeha roja 27-10-2011 bidawî û kuta bû.
‘6’ partiyên kurdên Sûriyê yên ku di kongire de beşdar nebûn evin:
1- Elpartî Demoqratî (ya bi seroktiya Ebdilrehman Alocî). 2- Partiya Wîfaq ya Demoqrat (Rêkeftin). 3- Hevgirtina Gel. 4- Yekîtî Kurdistanî. 5- Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) 6- Şapêla Pêşeroj ya kurd li Sûriyê.
I.K
(Avestakurd)