Kongreya HDPÊ li Enqere civiya
Kongreya HDPê li Enqere destpêkir. Di kongreyê de peyama hevseroka berê Figen Yuksekdag û peyama Selahatin Demirtaş hate xwendin.Ewilê peyama Figen Yuksek dag hate xwendin .Yuksekdag peyama xwe de dibêje, Erkê HDPê ya herî mezin ewe ku em cudabûna etniqî ji hole rakin û bibin partiya hemû Tirkiye. Figen dide xûyakirin ku, Bi pratika demokrasiyek radikal Tirkiye hemû ber bi HDPê ve biçe. Edalet aşitiyek bi rûmet, wekhevî herkes bikaribe bi hevre bijî. Tekoşîna me ji bo niştimanek hevbeşe.Selahatin Demirtaş jî di peyama xwe de dibêje: Em bi xebata xwe bûne wek darek ya çinarê, her çekilê me de gelên li Tirkiye têne perçikandin hene.HDP bûye partiya Kurd, Tirk, Ermeni, Ereb, Çerkez, Alewî, Suryani, Êzidî, Mesihî û Misilmana. HDP partiya hemû baweriya û gelane.Wek din hinek endamên kongreyê ji bo cardin Demirtaş bibe hevserok îmze komkirin. Lê Demirtaş dabû xûyakirin ku, ew nabe kandîdatê hevserokiyê û ji bo vê jî, ji dîvanê daxwaz kirîbû ku, îmzeyên jo hevserokatiya wî bêne komkirin neyê qebûl kirin.Di kongreyê de hevserokê Dîvanê û parlementerê Enqere Siri Sureya axavtinek kir û got: 32 000 kes di kongreyê de amde bûne û ez silama li endenizyarê aşitiyê Ocalan dikim. Onder axavtina xwe bi zimanê Tirkî kir.Hevseroka Divanê Meral Daniş jî axavtinek kurdi kir û got: Em li himber zilm û faşîzme bi hevrene.Di vê kongreyê de du hevserokê nû tên hilbijartin.Di kongreyê de tiştek Kuird û Kurdistanî nebû. Dixweyê ev kongre biçek din jî HDPê ji Kurdistaniyê dûr têxe.