Sêyemîn kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bidawî hat. Di kongreyê de 81 kes ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.Endamê ENKSê û Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Kawa Îsmaîl li Qamişlo ji malpera KDP.info re ragihand: “Sêyemîn kongreya ENKSê ku duh li bajarê Qamişlo dest pê kiribû, derengiya şeva borî bidawî hat.”Kawa Îsmaîl wiha got: “Di kongir de bernameya siyasî û sîstema hindur hatin gotûbêjkirin û piştre hatin pejirandin. Herwiha di kongreyê de 81 kes ji bo rêveberiya nû ya ENKSê hatin hilbijartin ku 39 jê endamên partiyên siyasî û 39ê din jî serbixwe ne.”Her wiha li gor Îsmaîl ku di nav endamên serbixwe yên rêveberiya ENKSê de, 9 ciwan, 8 jin jî hene. Endamên rêveberiya ENKSê ji herêmên Kobanî, Cizîrê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatine.Kawa Îsmaîl wiha domand: “Di sêyemîn kongreya ENKSê de derdora 260 endam beşdar bibûn. Girêdana kongir di vî demî de girîng e. Rola ciwanan di kongir de pir aktîv bû. Me wek ciwanan 3 mijarên girîng pêşkêş kir: Pêwîst e kar li ser girêdana Kongireya Neteweyî ya Kurd di bin serberiştiya Serok Mesûd Barzanî de were kirin. Pêşmergeyên Rojava li xwe bigirin. Hêzeke leşkerî, negirêdayî ti alî be, were pêkanîn.”Beriya ku kongre were lidarxistin dihat gotin ku di kongreyê de dê biryara avakirina hêzeke leşker jî were dayîn lê hat zanîn ku ev mijar ji civînên din ên Encumenê re hatiye hîştin.