Cîhan

Konferensa geşepêdana aboriya Kurdistanê dest pê kir

Îro 15.06.2010ê li Londonê, bi amadebûna Berhem Salih serokê hikşmeta herêma Kurdistanê, konferensa geşepêdana aboriya herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyîn xwe kir.

Di destpêka konferensê de ku, Baroness Emma Nicholson wezîrê bazirganî û afrandinê yê hikûmera Berîtaniyayê, wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê, wezîrên navxwe, derametên xwezayî, pêşesazî û bazirganî, xandina bala û zîraetê yên hikûmeta herêma Kurdistanê, serokê konseya berhemanînî yê Îraqê,  serokê konseya berhemanîna Kurdistanê,   Ann Kloîd endama parlamentoya Berîtaniyayê, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, nûnerên welatê Emarîka û berîtaniyayê yên li herêma Kurdistanê û hijmareke bazirgan, sermayedar û serokê ûrket û komoaniyên biyanî û navxweyê amade bûn, Beyan Samî Abdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyyayê behsa giringiya konferensê kir û got ku sazkirina vê konferensê li welatekî weke Berîtaniya cîyê dilxweşiyê ye, bi taybetê ku hijmareke mezin ji berhemînerên biyanî li vir amadebûne.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa destketiyên herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di nava 18 salan de di hemû waran de pêngavên baş ji bo avakirina herêma Kurdistanê avêtine û zêdetir ji 4000 gundan, bi sedan dibistan û xwandingeh, senterên saxlemiyê û 7 zanîngeh li herêma Kurdstanê avakirine.

Salih di berdewamiya axaftina xwe de got: Me dest pê kir derametên xwezayê ji bo xêr û xweşiya hemû îraqiyan bikarbînin. Destûra Îraqê ji bo dîtin û geşepêdana neftê mafî ji herêma me ra daye. Sala 2007ê parlamentoya Kurdistan
ê qanûna neft û gazê ya herêma Kurdistanê pesind kir. Bi dîtina me siyaseta hikûmeta federe li bexdayê ya di warê rêvebirina derametên xwezayê û neftê de karesat e. Tevî hebûna samanek mezin lê hêşta xelkê deverên bi neftê zengîn di bin xeta hejariyê de dijîn.

Serokê hikûmetê got: Baweriya me bi wê yekê xurt e ku ew pêşveçûn û geşbûna herêma Kurdistanê dê ji bo pirosesa demokratîk û avakirina Îraqê bibe mînakek serketî bo sertaserî Îraqê.

Di dawiya peyva xwe de serokê hikûmetê hêvî kir ku ev konferense ji bo xurtkirin û hevahengiyê di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bibe destpêkek.

Serokê hikûmetê daxaz ji beşdaran kir ku ji bo karên bazirganî û investkariyê fêdey ji aramiya herêma Kurdistanê werbigirin.

Back to top button