Civak
Konferansa Hewlêrê ya keş û hewayê destpê kir
Rayedarên Kurdistan û Îraqê têde beşdarin.
Beriya çend kêliyan li Hewlêrê konferansek bi navê konferansa guherîna keş û hewayê û bandorên vê li ser Kurdistan û Îraqê destpê kir.
Di konferansê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cigirê serokwezîr Qubat talabanî jî beşdarin.
Ji bilî rayedaran hijmareke zêde pispor û şarezayên keşnasiyê jî di konferansê de beşdarin û vê çend gotar derbarê rewşa keş û hewa û hişkesaliyê û bandora wan li ser Îraq û Kurdistanê werin pêşkêşkirin.
Herwiha nîqaş li ser bandorên hişkesaliyê li ser siyaset û abûrî jî tê kirin.