Polîtîk

Konferans dê 26ê Nîsanê were lidarxistin.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku konferansa neteweyî ya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dê 26ê vê mehê were lidarxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina konferanseke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî  li ser hesabê xwe yê Xê derbarê lidarxistina konferansê daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku konferans dê 26ê Nîsanê were lidarxistin.

Ebdî got: Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku konferansa “Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava” dê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Yekîtiya kurdî pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd li Sûrî ye.
Em hêvîdar in ku hemû alî wê berpirsyariya xwe ya netewî bicih bînin…

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd Çiriya Paşîn a 2024an ji bo lidarxistina Kongreyeke Neteweyî dest bi danûstandinan kiribûn.

Konferansa  Neteweyî ya aliyên siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dihat çaverêkirin 18ê Nîsanê bihata lidarxistin lê ew hatibû hat bipaşxistin.

Back to top button