Konfederaliya Kurdistanê

Piştî xiyaneta 16ê cotmehê Emanuel Macron Serokê Fransa, Hikumeta Iraqê agahdar kir ku sîstema konfederalî li navbera Iraq û Kurdistanê baştirîn çareseriye ji bo dawî anîna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û yekgirtineke dilxwazane be li ser pirsên wan yên hevbeş.
Wê demê Heyder Ebadî ji ber xiyaneta 16ê cotmehê û dagîrkirina Kerkûkê ya li gel ax firoşan, xwe bi serkeftî dizanî her ji bo wê yekê bersîva Fransayê neda. Niha rewşa Iraq û navçeyê û cîhanê cûdaye ji berê û guhertinên mezin li ser da hatine.
Mijara serekiya serdana Wezîrê Derveyê Fransa ya Bexda û Hewlêrê ji bo guftûgokirina li ser heman projeya Konfederaliya Kurdistanê ye ku Amerîka û Rûsya jî piştgîriya wê dikin.
Heman demê de Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê raspardine ku guftûgo û diyalogê li gel Hewlêr û Bexda li ser projeya Konfederaliya Kurdistanê bike.