PolîtîkRojev

Komploya nû ya PKKê di asta navneteweyî de pozîsyona Rojavayê Kurdistanê têk dibe

Li gor zanyariyên BasNewsê, PKK plan kiriye ku li ser navê nûneratiya Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi konsulxane û nûnerên welatên li Herêma Kurdistanê re pêwendî bigire û ji wir jî peyama PKKê bigihîne wan welatan.

Herwiha li gor zanyariyên BasNewsê, PKKê biryar daye li konsolxane û nûnertiyên Herêma Kurdistanê  ji ser navê Rojavayê Kurdistanê li Kurdistanê de dest bi hin çalakî û gilî û gazinan li ser saziyên nû yên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê bike.

Di vê çarçoveyê de, li ser daxwaza serkirdayetiya PKK, nûneratiya PYDê û rêveberiya rojava ya Silêmaniyê di bernameyekê de li gel hin dîplomat û nûneratiyên welatan hevdîtin pêk tînin û li ser navê rêveberiya Rojava serdana konsulxane û nûneratiyan dikin.

Yekem, hewldanên xirabkirina navûdengê Herêma Kurdistanê, her çendî PKKê berê gelek hewlên wiha dabûn û ti encam negirtine.

Ya duyemîn, hewl bidin lobiyê bikin da ku welatan rêveberiya PKK li Rojavayê Kurdistanê nas bikin.

Sêyem, bi bikaranîna navê Rojavayê Kurdistanê hewl bidin PKK ji lîsteya terorîstan derxin.

Li gorî agahiyan, liv û tevgera berpirsên PKKê bi navê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê zêde bûye û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ji tevgera PKKê dilgiran e. Endamê Serkirdatiya YNKê Seîd Mesifî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger partiyek siyasî bê destûr û bê naskirin, karkirina li vir ne yasayî ye, Rast e rêveberiyên rojava li deverên Ewropayê hene û kar dikin, lê rewşa me cuda ye. Em ne dewlet in, eger partiyek ne xwediyê lîsansê be ku di wî sînorî de kar bike, dê ji me re pirsgirêkan derxe, ew ê bi hêza xwe derman bike.”

Herwiha Seîd Mesîfî: “Eger berpirsek were Başûrê Kurdistanê, divê bi fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê were agahdarkirin û nikare biryar û yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê binpê bike, ji ber ku di dawiyê de ziyanê digihîne wan.

Ji aliyekî din, endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK- S) Nûrî Brîmo ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK çi bixwaze li dijî Başûrê Kurdistanê bike, lê belê PKK dixwaze di bin ala Kurdistanê de pêwendiyên xwe bi welatên din re deyne. Başurê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bi navên cuda, destê derve li pişt wê ye, ji bo binpêkirina van hêzên li Başûrê Kurdistanê, ji bo vê yekê vegerin ser hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Di berdewamiyê jî Nurî Brîmo “PKK bi vê komployê dixwaze hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanê biguherîne, duh bi fermana Baasên Sûriyê kongreyek li dar xist û kesekî bi navê Salih Muslim weke hevserok destnîşan kir û ji bo berjewendiyên welatên cîran bikar bînin.”

Back to top button