PolîtîkRojev

ENKS amadekariyên lidarxistina kongreya xwe dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) amadekariyên lidarxistina 4mîn kongreya xwe dike. Biryar e ENKS di heyama mehek û nîvê de, wê kongreya xwe ya 4mîn lidar bixe.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku wan biryar daye di dema kêmtir ji mehek û nîvê, Kongreya 4mîn ya ENKSê encam bidin û got: “Em li gel aliyên eleqedar di peywendiyê de ne ji bo ku kongreya xwe li Qamişlo lidar bixin.” 

Derbarê amadekariyan de Feysel Yûsif got ku ji sala 2017ê ve ji aliyên “çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)” ve astengî li ber wan heye ku kongreya xwe saz bikin û wiha domand : “Ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê dê endam, kesên serbixwe û akademisyen beşdar bibin. Amadekarî berdewam in û ji bo vê yekê danûstandinên me berdewam in.”

Feysel Yûsif tekez kir ku hendek nakokî di navbera du partiyên nava ENKSê de hebûn, lê bi çareseriykê ku herdû alî razî bin, dawî li wê nakokiyê hatiye. 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, derbarê egera hebûna ti gerentiyekê ji bo encamdana kongreyê de got, ew dê li ser bingeha gerentiya berê ya Amerîka ku divê ENKS bi azadî karê xwe bike, kongreya xwe encam bidin. 

Feysel Yûsif herwiha da zanîn ku ew amade ne di bin çavdêriya Amerîkayê de li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bin.

Kongreya sêyemîn di 16 Hezîrana 2015an Ii Qamişlo hatibû sazkirin. ENKS ji destpêka damezrandina xwe de xwe beşek ji opozisyonê Sûriyê dibîne.

Back to top button