Civak

Kompaniyên mezinên otêlan ber bi Hewlêrê diçin

Malpera Businessweek di rapoeke xwe de li ser sermayerazandinê li herêma Kurdistanê dinivîse û eşkere dike ku şîrketên mazin yên cîhanî yên di warê karûbarên otêlan de naskirîne ber bi herêma kurdistanê diçin û otêlan ava dikin.

 Malper dinivîse ku di demekê de hêzên amerîkayê mijûlî wê yekîê nek u ji Îraqê vekişin, şîrket û kompaniyên avakirina otêlan çaalakiyên xwe li Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî zêdetir dikin. 

Malpera Businessweek ku li herêma Kudistanê emin û aramî heye, qanûna sermayerazandinê gelek minasibe, xwezayê ciwan û çiyayîyê Kurdistanê û lezgîniya pêşkeftina abûriya herêma Kurdistanê bala kompaniyên biyanî bo aliyê xwe dikêşe.

Li gor Businessweek ku, Hewlêr weke çaremîn bajarê mezinê Îraqê binav kiriye, eşkere dike ku kompaniya Best Western International Inc dê du otêlan mezin bi markaya xwe bi stndardê cîhanî li Hewlêrê ava bike, kompaniya Marriott International Inc ji bo avakirina otêlan li herêma Kurdistanê du piroje amade kirine, Hilton Worldwide jî dê otêleke 200 odeyî li Hewlêrê ava bike.

Buhayê van otêlan ji bo şevekê di navbera 200-400 dolaran de be û di sala 2013ê de dikevin di xizmeta xelkê de.

Back to top button