CîhanRojev

Komkar li Berlînê civiya

Yekitîya Komelên Kurdistan – KOMKAR civîna we ya yekem li darxist û di encama civînê de ji bo Raya Giştî daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

Komîta Rêvabirina Giştî Civîna Xwe Pêkanî

  • Komîta Rêvabirina Giştî, ya ku ji 15 kesan pêkahtîye, di roja 14.11.2020an da civîna xwe ya yekemin pêkanî.
  • Rohat Geran, bi careka din ji bo serokatîyê hat hilbijartin.
  • Komîta Rêvabirina Giştî (KRG), bangawazîya desthilatdarîya Elmanya dike, ku pênasîya 1,3 mîlyon Kurdistanîyan nas bike.
  • KRG, provokasyonên ku PKK li Başûrê Kurdistanê bi rêva dibe, bi tundî rexne û şermezar dike; jê daxwaz dike, ku desthilatdarîya Federal ya Başûrê Kurdistanê û dezgehên wî qebul bike; jê ra rêz û hurmetê bigre. Her weha jê daxwaz dike, ku bi awayeke bê qeyd û şert dev ji şerê çekdarîyê berde. 


Yekitîya Komelên Kurdistan – KOMKAR, di roja 7.11.2020an de li bajarê Berlînê komcivîna xwe ya awarte pêkanîbû û ji bo Komîta Rêvabirina Giştî (KRG) 15 kes hatibûn hilbijartinê: Rohat Geran, Bawer Etdöger, Canan Aksoy, Sabrî Çelebî, Unal Yardimcî, Medîha Lîndner, Dîrok Sarî, Faruk Etdöger, Hêjar Yilmaz, Gulê Sarî, Serdar Burçak, M. Alî Dogan, Adnan Sutçu, Baran Kahraman û Halîs Kaya

Komîta Rêvabirina Giştî, di roja 14.11.2020an da li ser Înternetê, bi rêya Zoom civîna xwe ya yekemîn pêk anî û di nav xwe da karên xwe dabeşkir û her weha ji nav endamên xwe, 5 kes ji bo Komîta Kargêr bi nav kir. Komîta Kargêr ji wan kesan pêk tê:
Rohat Geran (Serok), Bawer Etdöger (Sekreter), Unal Yardimcî (Darayî), Sabrî Çelebî û Canan Aksoy jî endam.

Komîta Rêvabirina Giştî, di civîna xwe da careka din pesand, ku Komcivîna Awarte a 7.11.2020ê li gor rêbaza KOMKARê û bi awayeke rêkûpêk pêk hatîye. 
KRG, di rojeva xwe da li ser wan babetan danûstendinan pêk anî:
Divê komêlên ku endamên KOMKARê ne, bi çalakî û bi xurtî kar bikin; hîn cîhegên nû komel bên avakirin; divê ji alî darayî mecalên nû bên peydakirin; bi awayeke profesyonelî kar bên kirin û li navenda KOMKARê mirovên profesyonel bi cîh bikin û kar bikin; karên lobîyê bên xurtkirin; pêywendîyen ku heta îro li gel rêxistinên Alman û yên koçberan ra hebûn, bên xurtkirin û yên nû jî bên avakirin. Her weha dûrûdirêj li ser bûyerên Kurdistanê û heremê jî hat rawestandin. Biryar hat girtin, ku di derbarê civîn û encamên wî da, ji bo bîrûrayê giştî agahdarîyek bê belavkirin.

Jİ BO BİR Û RAYA GİŞTΠ

KOMKAR, wek rêxistineke banî yên Kurdistanîyan li Elmanya Federal, bangawazîya desthilatdarîya Elmanya dike, ku pênasîya 1,3 mîlyon Kurdistanîyên ku li wir dijîn, nas bike û wek koçberên welatên din, mafdar bibin. Her weha, bi rêxistinên sîvîl yên Elman û koçber ra tevayî, ji bo civateke serfiraz û parastina sirûştê tevbigere; her weha tekoşîna dij-nijadperestîyê xurt bike.

Komîta Rêvabirina Giştî ya KOMKARê, provokasyonên ku PKK li Başûrê Kurdistanê bi rêva dibe; teqandina lûleyên neftê; nepejirandina Peymana Şengalê; her weha êrîşkarîya hember pêşmergeyan, tevgerandina şer li wî perçên Kurdistanê bi tundî mehkum û şermezar dike. Ji PKK daxwaz dike, ku desthilatdarîya Federal ya Başûrê Kurdistanê û dezgehên wî qebul bike; jê ra rêz û hurmetê bigre. Her weha jê daxwaz dike, ku bi awayeke bê qeyd û şert dev ji şerê çekdarîyê berde.

Divê bê zanîn ku PKK, bi wê sîyaseta xwe ya şaş û xelet, xizmetê dewletên dagirker dike; rê dide ku dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û destkevtîyê wî perçê Kurdistanê jî ji dest biçe.

PKK, bi sîyaseta xwe ya çewt û şaş, rê li ber zulm û zordarîya dewleta Tirk vekir. Bi dehan serokên şaredarîyan ji desthilatdarîyan hatin bi dûr xistin; bi sedan rojnamevan, ronakbîr û sîyasetmedar di zîndanê da nin. Bu kurtayî li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê zulm û zordarî gihîşte asteka bilind. Divê bê gotin ku, helwestên dewletên Rojava, bi gotineka din, bêdeng mayîna wan hember vê sîyasetê, cesaret û hovîtîya dewleta Tirk hîn jî xurt kir. KRG ya KOMKARê, banga bîrûrayê welatên Rojava dike, ku piştgirîya xwe bi gelê Kurd û bi hêzên demoqrat ya Tirkîyê ra nîşan bidin; dengên xwe hember sîyaseta Tirkan bilind bikin.

KRG ya KOMKARê, qîymeteke giran dide danûstendinên navbera hêzên Kurdistanî li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê. Hêvî û daxwaz dike ku di demeka zûtirîn da, desthilatdarîyeke muşterek bê avakirin. Divê bê zanîn ku bi desthilatdarîyeke muşterek, hêzên welatparêz dikarin destkevtîyên wî perçeyî biparêzin.

Dewleta Tirk, bi binpêkirina yasa û huquqa navnetewî, hîn heremên wî perçê Kurdistanê dagir kir. KRG ya KOMKARê, dagîrkerîya dewletê mehkum dike û her weha bê dengmayîna welatên Rojava bi tundî rexne dike. 

Sîyaseta zulm û zordarîyê ya Rejîma Melleyan ya İranê, hember gelê Kurdistana Rojhilat bê sînor berdewam dike. Bi dehan însanên Kurd hatin bi dardakirin; bi sedan kes hatin zîndanî kirin. KRG ya KOMKARê, sîyaseta rejîma Îranê bi tundî mehkum dike û tekoşîna pêşmêrgên qehreman, bi serbilîndî pîroz dike. Ji bîrûrayê welatên Rojava û desthilatdarîyên wan daxwaz dike, ku hember sîyaseta melleyan dengên xwe bilind bikin.


KOMÎTA RÊVABÎRÎNA GÎŞTÎ

Back to top button