Komiteya pirsgirêka kurd hatiye damezirandin
Roja heştê Gulanê bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûm Enqerê.
Piştî ku ez pêrgê herdu dostên xwe (parlemanê Êlihê rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu) bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê çend parlemanên Turk jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin.
Niha parleman û du-sê wezîrên ku ez ê hevpeyvîn bi wan re çêbikim, li dora 38-40 kesî hene. Di nêz de hevpeyvînên bi van kesan re, wê pêbipê bêtin weşandin.
Hêjayê gotinê ye ku bêjim: Di van demên dawiyê de çar komîteyên cuda ji aliyê Hikûmeta AK Partiyê ve hatine damezirandin. Yek ji wan komîteyan bi navê ”Kurt Sorunu ve Demokratikleşme…” ye. Ango Komîteya Pirsgirêka Kurd û Demokratikbûnê.
Ev Komîte ji pênc kesan hatiye avakirin, ew pênc kes ev in li jêrê:
1- Feyzulah Kiyiklik, Serokê Komîteyê, parlemanê Stenbolê yê AK Partiyê.
2- Ebdurehîm Akdag: Parlemanê Mêrdînê yê AK Partiyê, ji eşîra Surçiyê ye.
3- Galib Ensarîoglu: Parlemanê Diyarbekirê yê AK Partiyê, Ji Pîranê ji malbata şêxên Ensarî ye.
4- Zîwer Ozdemir: Parlemanê Êlihê (Batman) yê AK Partiyê, ji eşîra Hebizbiniyan e.
5- Osman Oren: Parlemanê Sêrtê yê AK Partiyê, bi eslê xwe ji eşîra Elikan e.
Çendî ku min hevpeyvîn bi van her pênc endamên vê komîteyê re kuta kiriye jî, lê belê min pêşî xwest ku ez vê komîteyê bi Raya Giştî ya Kurd bidim naskirin, piştre jî hevpeyvînên parlemanan dê bidim weşandin.
Zeynelabidin Zinar
[email protected]
Feyzullah Kiyiklik AKP Stenbol
Abdurehim Akdag AKP Mêrdin
Galib Ensarioglu AKP Diyarbekir
Osman Oren AKP Sêrt
Ziwer Ozdemir AKP Êlih