Polîtîk

Komîteya Navendî ya PDK rewşa navçeyê gotûbêj kir

Civîna Komîteya Navendî ya PDK bi serperiştîya Serok Barzanî hat kirin û di derbarê civînê de ragihandinek hat belavkirin.

26ê Cotmeha 2023, Komîteya Navendî ya PDK, bi serperiştîya Serok Barzanî, Cîgirê Serokê Komîteya Navendî û endamên cîhgir civîna xwe ya asayî li Pîrmamê kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, rewşa niha ya navçeyê, bûyer û bandora wan a li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Civînê bal kişand ser têgihiştinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta û hat gotin ku “Em hêvîdar in zûtirîn dem kêşe û asteng bên bidawîanîn û çareserîyek bingehîn ji bo pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û tevaya mijarên din bê dîtin, ku di berjewendîya pêvajoya siyasî û seqamgîrîya welêî de be“.

Di heman demê de ji bo zêdetirxizmeta xelkê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetkarîyên di warên cudade, Komîteya Navendî ya PDK piştevanîya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Li ser peywendîyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînê biryar da û got:  ”Ji bo berjewendîyên doza rewa ya gelê me û bihêzkirina rewşa siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê, ji bo hevfehmanî û alîkarîyê, partîya me wê li ser hevdîtin û danûstandinên bi hêz û alîyên siyasî yên di hikûmetê û yên ne di hikûmetê de jî berdewam be”.

Herwisa ji bo paraztina canê tebayî û seqamgîrîya bajarê Kerkûkê, ji bo rêzgrtina xelkê xweragir û têkoşer ê Kerkûkê ku ev demek dirêj e di rêya armancên xwe yên rewa de xweragir û berdewam qurbanîder bûn, biryar da ku PDK avahîya civata serkirdayetîya xwe ya berê ya li Kerkûkê wek diyarîyekê ji bo xwendekarên wî bajarî û pêvajoya xwendin, rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike.

Di civînê de herweha tekez hat kirin ku PDK wê li ser xizmetkirina kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan berdewam be û wê pêngavên pêdivî ji bo wê meremê biavêje. Di civînê herweha de biryar û rênameyên pêdivî li ser amadekarîyên PDK ji bo hilbijartinên Perlamena Kurdistanê û Civata Parêzgehên Iraqê hatin dan.

Back to top button