Civak

Komita piştgiriya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Bakur

Komîteya amadekar a piştgiriya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê û Referanduma Serxwebuna Başûrê Kurdistanê li Diyarbekir jî civîna xwe li dar xist.
Di civînê de ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çaxer, nivîskar Îbrahîm Guçlu û li ser navê Rojava Deyzen Sîtî, hunermend Birader Mûsikî û siyasetvan û rewşenbîrê Kurd Fuat Onen beşdar bûbûn.
Di civîna komîteya amadekar a ji bo piştiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, biryar hate dayîn, ku di 26’ê Tebaxê de li Hewlêr, Amed û Kolnê ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê festîval bêne lidarxistin.
Herwiha ji bo pêkanîna festîvala li Amedê komîteyek hate avakirin.
Ev komîte dê ji bo pêkanîna festîvaleke mezin xebatan bimeşîne û bi nûnerên partiyên li Bakurê Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.
Komîte dixwaze, hemû partî, kesayetî, hunermend û kesên navdar jî ji her perçeyên Kurdistanê di xebata festîvala piştgiriya serxwebûnê de cih bigrin.
Back to top button