Komita Hevkari ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê
KOMÎTA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ
YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
Ji bo
Serokê Enternasyonala Sosyalîst
Rêzdar: Giorgios A. Papandreou
Exselans,
Digel rêz û silavên me.
Em ji cenabê we re, ji Enternasyonala Sosyalîst û ji hemû partiyên endamên yekîtiya we re serkeftin û serfîrazî dixwazin.
Komîta Hevkarî ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşen Kurdistanê dike.
Em xwe nêzî E.S. dibînin, ramanên wê parve dikin û E.S. dostê miltê Kurd dizanin.
Herweha, hin ji partiyên siyasî ku endamên Komîta Hevkarîyê ne, di heman demê de wek endam, cîgirendam û çavdêr di Enternasyonala Sosyalîst de jî cîh digrin.
Exelans,
Em girîng dibînin ku bi vê nameyê bala cenabê we û bala E.S. bikşînin ser endametiya Cumhuriyet Halk Partîsî ya Tirkiyê (CHP).
Em di wê baweriyê de ne ku CHP ne layiqê endametiya E.S. ye. Ji ber ku CHP partiyeke antîdemokratîk, şovenîst û mîlîtarîst e. Ev partî di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de, di xizmeta dîktatorî û mîlîtarîzmê de bûye, dîktatorî û mîlîtarîzmê kişkiş kiriye. CHP bi tundî dijminayetiya gelan dike.
Exelans,
Cenabê we jî çewa pê ku agehdar bûye, di van demên dawîn de, li Turkiyê pêvajoyek ji bo çareseriya Pirsa Kurd destpê kiriye. Mebest ev e ku Pirsa Kurd bi metodên demokratîk bête çareserkirin. Em vê pêvajoyê baş û girîng dibînin, piştgiriya hemû hewildanên çareseriyeke demokratîk dikin. Lê CHPa ku endama E.S. e, bi tundî helwesta xwe li dijî vê pêvajoyê daniye.
Di roja 10.11.2009an de, di Parlamena Turkiyê de, guftûgo li ser çareseriya Pirsa Kurd dest pê kirine. Li ser navê CHPê cîgirê Serok Öymen ji bo çareseriya Pirsa Kurd dîtinên partiya xwe pêşkêş kirine. Eşkere bû ku CHP çareseriya Pirsa Kurd di qetlîamê de dibîne û ji bo bêdengkirin û fetisandina gelê Kurd, qetlîama Dêrsim û Diyarbekirê wek serkeftin daye nîşandan.
CHP li xwe mukur tê. Di dema desthilatdariya vê siyaseta nîjadperest de, li gelek deverên Kurdistanê qetlîamên hovane hatine kirin.
Lê CHP jî baş dizane ku qetlîaman çareserî ji Pirsa Kurd re neaniye. Vêca daxwaza CHPê ne çareseriya Pirsa Kurd e, daxwaza CHPê tenê dubarekirina qetlîama miletê kurd e.
Di Parlamana Turkiyeyê de, qetlîama miletê kurd ji aliyê partiyeke endama E.S. ve, bi awayekî eşkere tê daxwazkirin!
Em cenabê we û hemû partiyên endamên E.S. aghedar dikin ku miletê Kurd careke din ji aliyê CHP ê ve, bi qetlîamê tê tehdîtkirin. (Hemû belge û axaftinên ku li ser navê CHPê, di Parlamena Turkiyeyê de hatine pêşkêşkirin li ber dest in).
Bawerîya me tune ku CHPê endametiya E.S. heq dike û rêz li destûr, ideal û prensîbên wê digre. CHPê di tevahiya dîroka xwe ya siyasî de hertim li dijî demokrasî û mafê mirovan helwest girtiye.
Exelans,
Em ji cenabê we daxwaz dikin ku hûn helwest bigrin û komîsyoneke E.S. ji bo lêkolînê bişînin Turkiyê, li ser peywendiyên CHPê bi hêzên şovenîst û mîlîtarîst re, nemaze peywendiyên CHPê û Ergenekonê di cih de tesbît bikin û ji raya giştî re eşkere bikin. Herweha lêkolîn bête kirin ka CHP di xebat û helwesta xwe de, heta çi radeyê bi destûra E.S. ve girêdayî ye. Baweriya me heye ku dê E.S. di vî warî de bigîhïje biryareke rewa.
Em ji cenabê we re û ji hem partiyên endamên we re serkeftinê dixwazin.
Digel rêz û silavên me
23.12.2009
KOMÎTA HEVKARÎYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
PDK (Partiya Demokrat a Kurdistan )
YNK (Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan)
HDKÎ (Hizbî Demokratî Kurdistan- Îran)
PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistan)
PDK-Bakur (Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur)
PDKS-Sûry (El Party)
Hizbî Şyûî Kurdistan
HEVBENDÎ-Kurd- Sûry:
– Partiya Dîmoqrat a Pêşverû a Kurd Li Sûrya
– Partiy Yekîtiya Dîmoqrat a Kurd Li Sûrya-Yekîtî
– Partiya Çep a kurd Li Sûrya
– Elpartî (Partiya Dîmoqrat a Kurd Li Sûrya (Elpartî
KOMELA Zahmetkêşanî Kurdistan
Partiya Yekîtiya Kurd Li Sûriyê
DK-Tevger (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)
VEJÎN
ENÎ-Kurd- Sûry:
– Partiya Dîmoqrat a Kurd Li Sûrya (Elpartî)
– Partiya Dîmoqrat a Pêşverû a Kurd Li sûrya
– Partiya WELATPERÎ Dîmoqrat a kurdî li Sûryî
KSDP
PARTIYA AZADÎ YA KURD LI SÛRY
H. RIZGARÎ (Başûr)
HIZBÎ ZAHMETKÊŞHAN (Başûr)
YEKGIRTOYÎ ÎSLAMÎ KURDISTAN (Başûr)
ANJOMANÎ MÎLLÎ KILDANÎ, SRYANÎ, ASHÛRY:
اتحاد بيت نهرين الوطني
تجمع السريان المستقل
المجلس القومي الكلداني
الحزب الوطني الاشوري
حزب بيت نهرين الديمقراطي