Polîtîk

Komisyona YE : Jiyana xwe nexînine xetereyê

 

Li gellek girtîgehên li Tirkiyê 52 roj in ku ji aliyê 683 girtiyên siyasî ve çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger dewam dike. Her roj hejmara çalakgerên ku beşdarî çalakiyê dibin zêde dibe. Çend hefta berê, 2 parlementerên BDPê yên girtî jî, Faysal Sariyildiz û Gulseren Yildirim, tevlî çalakiyê bûbûn. Li derve jî nerazîbûn û piştgiriyên şexsiyetên navdar û saziyên sivîl dewam dikin. Dengê çalakiya greva birçîbûnê sînorên welêt jî derbas kirin. Herî dawî Komisyona Yekîtiya Ewrupa daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, em ji tenduristiya çelekgerên di greva birçîbûnê de ne fikar in. 

Berdevkê Endamê Komisyona YE’yê Stefan Fule, Peter Stano, di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, tenduristiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ber bi xerabiyê ve diçe û wana wek Komisyona YE’yê ji ber tenduristiya çalakgerên girtî fikar in. Daxuyanita Stano wiha ye: Em bang li kesên di greva birçîbûnê de ne dikin ku, bila jiyana xwe nexînine xetereyê. Ji bo ku tenduristiya girtî û mehkuman hîn ber bi xerabiyê ve neçe, em bang dikin ku bila gorî pîvanên mafên mirovan yên navneteweyî xebat bêne meşandin.”

Stano, di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev îfadeyana jî bikar anîn: “Pêdiviya herêma Başûr Rojhilatê Anatolyayê qasî aşîtî, demokrasî û îstikrarê, bi pêşveçûna aboriyê û çandê heye. Ev ancax bi berfirehkirina mafê gelên herêmê pêkan e.” 

 

Back to top button