Polîtîk

Komîsyona Dîyalogê li Wanê civîneke danasînê pêkanî

Komîsyona Dîyalogê Ya ji Bo Projeyeke Sîyasî ya Nû,li Wanê civîna xwe ya perîyodîk û civîneke ji bo danasîna xebata Komîsyona Dîyalogê pêk anî.

Komîsyona Dîyalogê di 28 ê îlonê de li Wanê civîna xwe bi beşdariya piraniya endamên xwe pêk anî.Di civînê de, di  derbarê xebatên Komîsyona Dîyalogê yên giştî û bi taybetî  jî di derbarê xebat û haziriyên civîna ku wê di 19 ê cotmeha 2013 an de li Diyarbekirê bê çêkirin hate rawestandin.Civîn bi giştî di atmosfereke erênî  de derbas bû.Û ji bo ku civîna 19 ê cotmehê bi serkevtî  bê li darxistin,haziriyên teknîkî  careke din bi berfirehî  hate gengeşî  kirin. Civîna Komîsyona Dîyalogê bi dilsozî bangî ew kadroyên ku xwe xwedîyê vê xebatê dibînin dike ku,em bikaribin bi hev re projeyeke ku pêwistiya  miletê me û ya  welatê me ye damezrînin.

Komîsyona Dîyalogê piştî civîna xwe ya perîyodîk, di 29 yê îlonê de, di hola Hotela Şahmerana Wanê de, civîneke danasînê li dar xist.Civîn li gel endamên Komîsyona  Dîyalogê ,bi  beşdariya nêzî 250 kesên dawetkirî  pêk hat.Bi awayê hazirkirina xwe,bi mustewaya xwe,bi axaftinên hatine kirin û bi hejmara beşdarên xwe,civîneke berhemdar,hêvîdar û geş pêk hat.Endam û heval û dostên Komîsyona Dîyalogê  yên li Wanê, bi ked û xebatên xwe,ji bo pêşerojê hêviyên me xurt kirin.

Di cîvînê de,li ser navê Komîsyona Dîyalogê , axaftineke danasînê hate kirin.Her weha, gellek beşdervanan di derbarê projeyeke sîyasî ya nû û di derbarê pêvajoyê de raman û pêşniyariyên xwe anîn zimên.Piştî ku civên bi serkeftî  bi dawî hat,êvarê jî  li gel hin  mêvanên xwe yên din xwarinek hate xwarin.

Civîna Komîsyona Dîyalogê  ya Li wanê,hêvîyên me geş kir.Di hin çapemeniyên  herêmî de, ev civîn wek xebata tradîsyonekê ya ji bo avakirina partiyekê  hate danasîn .Lê civîn di esasê xwe de bi awayekî  zelal,  bi awayekî  dilsoz , îlan û bangkirina projeyeke siyasî  ya ne li ser bingehê tradîsyonekê an tradîsyonan bû.Civîn li ser bingehê siyaset û ramaneke Kurd û Kurdîstanî  ya hevbeş ,li gorî bîr û baweriyên Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeke Sîyasî Ya Nû hate lidarxistin.Komîsyona Dîylogê ji Wanê jî ,bi heyecaneke ji dil dengê xwe yê ji bo projeyeke nû  gîhand civata Kurd û Kurdîstanê.01.10.2013

RÊVEBERÎYA KOMÎSYONA DÎYALOGÊ YA Jİ BO PROJEYEKE SÎYASÎ YA NÛ

Back to top button