Polîtîk

Encamên dawî yên hilbijartinên Kurdistan

 

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, PDK bi 38 kursiyan di rêza yekem de cî girt.

Serokê komîsyona hilbijartinan a Iraqê Serbest Mistefa Amêdî, di civîneke rojnamevanî de encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî encamên dawî, PDK bi 743 hezar û 984 dengan 38 kursiyên parlamentoyê bidest xistiye û di rêza yekem de cî giritye.

Li gorî encamên han, tevgera Gorran bi 476 hezar û 736 deng 24 kursiyên parlamentoyê kiriye pişka xwe û di rêza duyem de cî girtiye.

YNKê jî 350 hezar û 500 deng bidest aniye ku dike 18 kursiyên parlamentoyê û li pey tevgera Gorran tê.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 186 hezar û 741 deng û 10 kursî bidest xistiye, li pey wê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) tê ku dengên wê 118 hezar û 574 û hejmara kursiyên wê jî 6 in.

Tevgera îslamî ya Kurdistanê jî bi 21 hezar û 834 deng kursiyeke parlamentoya bidest aniye.

Tevgera îslamî 21 hezar û 834 deng 1 kursî, partiya sosyalîst a Kurdistanê bi 12 hezar û 681 deng kursiyek û partiya şûî ya Kurdistanê jî bi 12 hezar û 392 deng kursiyek bidest xistine. Arasteya Sêyem jî bi 8 hezar û 681 dengan kursiyek qezenc kir.

Li gorî vê encamên han, 100 kursî di nav partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hatiye dabeşkirin û 11 kursiyên din jî bi ser kêmîneyan de hatiye dabeşkirin: 5 kursî bo turkman, 5 kursî bo mesîhî û kursiyek jî bo ermniyan.

Serokê komîsyona hilbijartinan diyar kir ku piştî ragihandina encamên hilbijartinan her partî û kandîdê ku ji encaman nerazî ye dikare serî li navendên hilbijartinan bide û bertekên xwe bi fermî pêşkêşî wan navendan bike.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê roja 21ê Îlonê hat sazkirin. Li gorî amarên komîsyona hilbijartinan, rêjeya beşdarî di hilbijartinan de 73.9% bû.

Back to top button