Polîtîk

Komeleya Dostayetiya Kurdî – Misrî li bajarê Hewlêrê hate vekirin

Ji bo pêşxistin û bi hêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Misir, îro bi awayeke fermî Komeleya Dostayetiya Kurdî – Misrî li bajarê Hewlêrê hate vekirin.

Di derbarê armanc û karê vê komeleyê Dr Şarî Xalid Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdî – Mîsrî di daxuyaniyeke taybet de van zanyariyên zêdetir xisterû û got: Armanca me ewe ku peywendiyên di navbera her du welat de di warên çandî, hunerî, akademî, zanistî û geştiyariyê de pêşbixîn.

Her wiha got: Em dixwazin mafê wan xwendekarên Kurdên ku li welatê Misrê dixwînin biparêzîn û dakokiyê li mafên wan bikin.

Back to top button