Komeke nava PKKê li dijî rêkxistina navmala Kurdistanê derdikevin!

Akademîsyen û siyasetmedarê kurd li Rojavayê Kurdistanê Kawe Ezîzî, ragihand komeke li nava PKKê li dijî rêkxistina navmala Kurdistanê ye.

Akademîsyen û siyasetmdarê kurd li Rojavayê Kurdistanê Kawa Ezîzî ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK bi hemû awayî û bi hemû medyaya xwe hewl dide xizmetê ji welatên dagirker re bike û li her beşeke Kurdistanê destêwerdanên neyasayî dike.

Herwiha Kawa Ezîzî da zanîn ku dûr nîne hêzên hevpeymaniya navdewletî beriya Hizbullahê û Hûsî û Heşdî Şabî PKKê bike armanc.

Herwiha Kawa Ezîzî tekezî li wê yekê jî dike PKK dixwaze li Rojavayê Kurdistanê jî zal dike û beşeke mezin a PYDê jî dixwazin xwe ji PKKê rizgar bikin û ne ligel siyaseta PKKê ne li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha ENKSê jî di danûstendinên ligel PYDê de merc danîne ku PKK li Rojavayê Kurdistanê nemine.

Herwiha Kawa Ezîzî amaje bi wê yekê jî dike komeke li nava PYDê dest daniye ser  medya PYDê jî û li dijî her hewleke Mezlûm Ebdî ne û divê piştgirî li Mezlûm Ebdî were kirin û komeke li nava PKKê li dijî rêkxistina navmala Kurdistanê ne.  

Nerîna min :