CivakRojev

Koçberên ku vegeriyabûn Şingalê, dîsa dixwazin vegerin kampan!

Berpirsekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, ew koçberên Şingalê yên ku vegeriyane Şingalê, dixwazin dîsa vegerin kampan.

Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê, Pîr Deyan Ceifer ji BasNewsê re got, ew koçberên Şingalê yên ku beriya niha vegeriyabûn Şingalê, poşman bûne û dixwazin dîsa vegerin kampan.

Pîr Deyan Ceifer her wiha got, ji ber nebûna xizmetguzarî û xirabiya rewşa ewlehiyê dixwazin dîsa vegerin kampan.

Wî berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn, rojane ew malbatên ku vegeriyane Şingalê, pêwendî bi wan dikin û daxwaz dikin dîsa vegerin kampên Herêma Kurdistanê.

Bi gotina Pîr Deyan Ceifer, vegeriyana wan jî hêsan nîne, ji ber ku dema vedigerin êdî navê wan wek koçber nayê tomarkirin, ev jî wan tengav dike. Loma ew hewl didin mekanîzemkê bo wan bibînin, ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button