Polîtîk

Koca: Rewş wisa be em nikarin Koronayê kontrol bikîn

Fexredîn Koca Wezîrê Tendirustiyê tirkiye ragihand ku heke di demeke kurt da kesên ku pêketiyê şewba Koronayê bûne bêne destnîşankirin û karantînekirin wê demê tirkiye dikare li ser Koronayê serbikevê, lê berevajî wê ji destê tirkiye derdikeve û tirkiye rastî karesateka mezin tê.

Çavdêrên siyasî li tirkiye jî diyar dikin ku tirkiye destpêkê hest bi metirsiyeke mezin ya Koronayê nekiribû û pêngavên pêwîst nehatine avêtin, ji ber wê yekê jî niha rewş li tirkiye gelek xerabe.

Ekrem Îmamoglo Serokê Bajarvaniya Mezin ya Stenbolê jî îro diyar kir ku divê her zû qedexeya hatin û çûnê li hemû tirkiye bê ragihandin, heke niha ew yek neyê kirin piştî çend rojan êdî qedexeya hatin û çûnê jî ti encamên xwe nabin.

Back to top button